STENBOL - Parêzer Nuray Ozdogan, biryara "neşopandinê" ya ku dozgeriyê der barê 31 kesên ku di jêrzemînên Cizîrê de hatin şewitandin û kuştin da de nirxand û wiha got: "Îdiayên qetilkirinên komî îsnadên giran in. Bi gotina 'Yên hatin kuştin endamên rêxistinê bûn' ser vî sûcî nayê nixumandin."
Li Cizîra Şirnexê, di operasyonên ku di dema qedexeya derketina kolanan a ku di 14'ê Kanûna 2015'an de hat îlankirin de, li jêrzemînên 3 avahiyan nêzî 150 kes hatibûn şewitandin û kuştin. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê giliyên ku der barê van kuştinan hatin kirin de biryara neşopandinê dide. Heta niha ji bo 31 kesên hatine kuştin serlêdan hatine kirin û der barê van serlêdanan de bi hinceta "Hincetên li gor huqûqê hene" biryara neşopandinê hat dayîn. Parêzer Nuray Ozdogan ev biryar nirxand û wiha got: "Mixabin Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê, daxwazên me yên lêpirsîn û lêkolînkirina der barê van mirin û qetlîaman de esas negirtin. Dozgeriya ku ji tespîtkirina awayê van mirinan berspirsiyar e, di ser nansnameya kesên mirin de lêpirsînê bê encam dihêle û nahêle ku berpirsiyar derkevin holê."
‘SER VÎ SÛCÎ NAYÊ NIXUMANDIN'
Ozdogan, dest nîşan kir ku dozgerî ji bo aşkerekirina sûcekî mezin prosedura heyî ya zagonî nexebitandiye û bi vî awayî nehiştiye ku sûc derkeve holê. Ozdogan wiha domand: "Meqama dozgeriyê, ne ku li ser sûcdarî an jî nesûcdariya kesên li wir mirine tevbigere, mecbûr e ku lêkolîna ku ev kes çawa hatine kuştin, çima nehatine xelas kirin bike. Dikaribûn van kesan bi saxî zevt bikin, lê mixabin bi awayekî ku cenazeyên wan nayên naskirin hatine kuştin. Îdiayên qetilkirinên komî îsnadên giran in. Bi gotina 'yên hatin kuştin endamên rêxistinê bûn' ser vî sûcî nayê nixumandin. Heke ev kes bihatanan xelaskirin, belkî ev pirs bihatanan kirin û der barê van îdiayan de belkî lêpirsîn bihatanan vekirin. Lê mixabin ji bo vê tu derfet nehiştin."
'DOZGERÎ JI LÊPIRSÎNÊ DIREVE'
Ozdogan, bir bîr xist ku wan di Sibata 2016'an de daxwaznameyek berpêşî Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê kiriye û delîlên ku bi dest ketine xistine nav daxwaznameyê. Ozdogan, dest nîşan kir ku meqama dozgeriyê tim xwe ji lêpirsîneke huqûqî û çalak dûr xistiye. Ozdogan, anî ziman ku karên ku divê ji bo lêpirsînê bihatanan kirin nekiriye û bi ser de jî biryara neşopandinê dide.
‘LÊPIRSÎNEKE HUQÛQÎ Û ÇALAK NEHATIYE BIRÊVEBIRIN'
Ozdogan wiha axivî: "Lêpirsîneke çalak û huqûqî nehatiye birêvebirin, delîl di nav gumletên molozan de hatine windakirin. Hîn jî hin malbat cenazeyên xwe wernegirtine. Bi tu awayî pêvajoyeke huqûqî nehatiye xebitandin, der barê berpirsiyaran, rayedarên îdarî û leşkerî yên wê demê de lêpirsîn nehatine destpêkirin. Lêpirsîn tenê li ser endamtiya rêxistinê ya kesên ku hatine kuştin rawestiyaye. Lêpirsîneke bi vî awayî ne lêpirsîneke huqûqî û çalak e. Di qanûna cezayî de tê diyarkirin ku lêpirsîna ku der barê sûcî de neyê kirin jî sûc e."
Yasin Kobulan - dihaber