STENBOL – Xebatkarên çapemeniya azad, bi minasebeta 22’emîn salvegera bombekirina Rojnameya Ozgur Ulke û qetilkirina rojnameger Ersîn Yildiz, li Kadirga daxuyanî dan. Xebatkaran, nameya ji bo Ersin Yildiz nivîsandibûn xwendin.
22 sal berê îro avahiya Rojnameya Ozgur Ulke ya li Kadirga ya Stenbolê û avahiya rojnameyê ya Enqereyê hemwext rastî êrîşa bombeyî hatin. Di êrîşê de rojnameger Ersin Yildiz hat qetilkirin û gelek rojnameger jî birîndar bûbûn. Di ser êrîşa bombeyî ya rojnameyê re 22 sal derbas bûn, lê heta niha tu lêpirsîn û doz nehatin vekirin. Xebatkarên çapemeniya azad bi minasebeta 22’emîn salvegera Rojnameyê li qada Kadirga ya ku avahiya rojnameyê lê hatibû bombekirin kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek rojnameger, endam û rêveberên HDP’ê di çalakiyê de amade bûn. Xebatkarên çapemeniyê wêneyên Ersîn Yildiz û qurnefil xistin destê xwe û pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdeng kirin” û daxuyanî dan. Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku wekî kevneşopiya dawî ya rojnameyê ye Ersîn Çaksu daxuyanî da. Çaksû, bal kişand ser pêvajoya bombekrina avahiyê û wiha got: “Kujer hêj din ava me dene. Em dixwazin edalet cihê xwe bibîne û berpirsiyar bên darizandin û cezakirin.
NAMEYA JI ERSîN YILDIZ RE NIVÎSÎN XWENDIN
Çaksu Ersin Yildiz ê 22 sal berê hat qetilkirin bibîr anî û nameya ji bo wî nivîsandibûn xwend. Çaksu bi gotina “Rêzdar rêhevalê me Yildiz” dest bi bîranîna Yildiz kir û got: “Em ji bo te bi bîr bînin em li vir kom bûne. Em ji tere hinekî behsa rewşa welat bikin. Îktîdara AKP’ê ewil pêkanînên berê tev rexne kirin. Li ser vê yekê mirovan dengê xwe dan wan û hatin îktîdarê. Bavê min ê rahmetî jî hêviyên xwe bi AKP’ê ve girê dabûn. Digot ‘birazê ev cuda ne dê pirsgirêkê çareser bikin’ Behsa pirsgirêka kurd dikir. Lê mixabin nehat çareserkirin. Başe ka çi bû?
Hemû dosyayên kuştin û bûyerên berê hêj li cihê xwe ne. Hêj kujer nehatine darizandin û nehatine dîtin. Hêj dosya di nava refên bi toz de radiwestin. Hin ji wan jî tev li demboriyê bûne û ser wan hatine girtin. AKP jî li cihê maye bi planên ‘Rizandin û hilweşandinê” berdewam dikin. Ev plan ji aliyê MGK’ê û hikûmetê ve hat erêkirin û 2 salin di meriyetê de ye. Niha dest bi înkara paşeroja xwe kirine. Hewldana Darbeyê wekî lutuf nirxand û bi ser vê yekê OHAL îlan kir. Zagona 12’ê Îlonê ji bo xwe têr nedît û niha dixwaze hin zagonên tengdar derdixe holê. Her tiştî îhlal dike. Wê demê gund hatin valakirin, niha bajaran vala dikin. Lê tu zanibe ku gelê me di ber xwe dide. Dest ji axa xwe bernade.
Rojnameger û siyasetmedar tên girtin, lê dîsa serî naçimînin.
Rojnameger Ahmet Altan ê ji bo piştevaniyê hat rojnameyê hat girtin. Yê sala par hat bîranina te Zana Kaya îsal girtî ye. Rojnameger û nivîskar Necmiye Alpay, Aslı Erdogan, İnan Kizilkaya niha girtî ne. Zedeyî 100 rojnameger îro girtî ne. Bi wasî vê hêjmarê rojname, televîzyon û radyo hatin girtin. Çima gelo? Mixabin sedema bombekirinê û ya niha heman tişt e. Ji ber ku hişmendî nehatiye guhertin.
Lê em mirovên vî welatî yên ji bo rewşenbiriyê têdikoşin em dê di ber xwe bidin. Em destûr nadin ku ser heqîqetê bê girtin û Çapemeniya Azad bêdeng bibe.”
Endama Rêveberiya Basin-Îş’ê ya DÎSK’ê Ayşe Düzkan jî anî ziman ku îro siloganên li dijî bombekirinê jî sûc tê dîtin û wiha got: “Îro yên bombekirin şermezar kirin tên girtin. Zêdeyî sed nivîskar îro girtî ne.
Xebatkara Rojnameya Ozgur Ulke ya wê demê Zekine Turkerî jî axivî û wiha got: “Ez wê demê çûbûm Kuba. Şeva ku avahiyên me hatin bombekirin ez vegeriyam. Heval Ersîn ez ji balafirgehê wergirtim. Ji min proya ku Fidel dikişîne xwestibû. Em ew dan wî û derbasî avahiya rojnameyê bû. Ez jî derbasi malê bûm. Serê sibê dema ez hatim rojnameyê jî avahiya me tune bû. Rojek zivistanê ya bi berf bû . Me di serê kuçeyê re li avahiya xwe dinerî. Cihê ku zext û zordarî lê hebin yên di ber xwe didin jî hene. Bê guman cihê zext lê hebin dê berhxwedan jî hebe. Fîdel û hevalên xwe jî dema dest bi berxwedanê kirin pir hindik bûn. Lê îro bi milyonan in. Xebatkarên çapemeniyê piştre qurnefilên destê xwe danîn ber avahiyê û dawî li çalakiyê anîn.