AMED - Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemir a ku got di komkujiyên li Tirkiyeyê de huqûq tê binpêkirin, anî ziman ku bêcezatî bi xwe re sûcên nû tîne û bêcezatî cesaretê dide hêzên din ên dewletê.
Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemir, bi munasebeta 17-31'ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Li Hemberî Windakirina di Bin Çavan ya Navnetewî de derhuqûqiyên ku li herêmê xwe didin der, nedarizandina kiryaran, polîtîkayên bêcezakirinê nirxandin.
Baydemir, anî ziman ku li Tirkiyeyê ji berê heta niha dewletê li herêmê gelek mafên mirovan binpêkirine, lê belê kiryar bi bêcezatiyê hatine xelatkirin. Yalçindag, dest nîşan kir ku der barê pêkûtiyên ku di du salên dawî de li herêmê xwe didin der hema bêje her hefte malbat serî li dozgeriyan didin, lê belê bersiv ji bo wan nayên dayîn. Yalçindag, got ku ew di salên 1990'î de jî bi rewşên bi vî rengî rû bi rû mane.
Yalçindag, diyar kir ku ji ber ku dewlet kurdan wek welatiyê xwe nabîne li gor pratîka huqûqa dijminahiyê tevdigere, kiryaran bê ceza dihêle, çimkî ev sûc li ser navê dewletê tên kirin. Yalçindag, dest nîşan kir ku kesên li ser navê dewletê sûcan dikin ji aliyê dewletê ve tên parastin û yên sûcan dikin peyama "Hûn ê dev ji têkoşînê berdin an jî dê dawiya we jî ev be" didin yên mayî. Yalçindag, da zanîn ku di gelek sûcan de delîl hatin dîtin, rewş hatin diyarkirin lê belê dîsa jî doz nehatin vekirin an jî kiryar nehatin cezakirin an jî doz hatin vekirin lê beraet dane kiryaran.
‘HER KES DI WEŞANÊN ZINDÎ DE KOMKUJÎ TEMAŞE KIRIN'
Yalçindag, ragihand ku di salên 90'î de derfetên wek civaka medyayî tune bûne, dema sûcek dihat kirin ji bo ew sûc bigihê cihê hewcedar bi rojan liv û tevger çêdibûn, lê belê berî ku li Cizîrê di jêrzemînan de mirov bi saxî bên şewitandin bi çend hefteyan dengê wan mirovan li Enqereyê, li Meclîsê hatin weşandin. Yalçindag, anî ziman ku di weşanên zindî de 80 milyon mirov bi awayekî zindî komkujî temaşe kirine. Yalçindag got ku rojnamger Rohat Aktaş û endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavuzel hatin şewitandin. Yalçindag, dest nîşan kir ku li Cizîrê xwendekarên zanîngehê û sivîl hebûn, lê belê bi saxî hatin şewitandin û piştî çend hefteyan şûn de wek kulmek xwelî di hundurê torbeyan de li malbatên wan hatine belavkirin.
‘DÊ TIRKIYE JI BER VAN KIRINÊN XWE NIKARIBE BIREVE'
Yalçindag wiha domand: "Di salên 90'î de dewlet bi avakirina şebekeyên nepen ên wek JÎTEM'ê her cure sûcên mirovahiyê dikirin. Paşê jî rayedarên dewletê li hemberî van sûcan derketin û gotin 'Bi navê JÎTEM'ê tiştek tune ye. Me ew ava nekiriye. Dewlet sûc nake.' Paşê ev yeko yeko derketin holê û Tirkiye li DMME'yê hat mehkûmkirin. Tirkiye di serdema AKP'ê de bi awayekî zindî qetil kir û hewcetî bi veşartina vê nedît. Kesên ku diviya bi saxî bên zevtkirin hatin kuştin. Em dibêjin hûn nikarin bikujin. Lê piştî 7'ê Hezîranê di serdema AKP'ê de li gel xespkirina mafan li Sûr, Cizîr, Nisêbînê mirov bi saxî hatin kuştin. Kesek jî hat darizandin? Na. Roja ku destnedayîna HDP'iyan hat betalkirin zirxê darazê dan polîs û leşkeran. Ewqas mirin, komkujî çêbûn, polîs û leşkerek jî hat girtin? Na. Dozgeriyê ji bo dozên ku der barê kiryaran de hatin vekirin biryara neşopandinê da. Tirkiye çi bike bila bike, lê dê nikaribe ji van kirinên xwe bireve. Divê Peymana Romayê bê îmzekirin. Ji xwe DMME biryaran nasepîne. Dê rastî tu carî di tariyê de nemînin."
‘BÊCEZATÎ CESARETÊ DIDE'
Yalçindag, dest nîşan kir ku her kes dîtiye ku kiryarên Muhammet (7) û Furkan Yildirim (6), ên ku di 3'yê Nîsanê de li Silopiyayê polîs bi wesayîta zirxî ketin mala wan û dîwarê malê bi ser wan de rûxand û ew kuştin, çawa hatine parastin. Yalçindag got ku, dema mirov difikire heke ev bûyer li Manîsa, Stenbol û îzmîrê biqewimiyana dê bêdengiyeke wisa tune bûna. Yalçindag wiha axivî: "Wek bûyera Kemal Kurkut, kiryar bêceza hatin hiştin. Heke wêne derneketanan holê dê dosye wek dosyeya 'bombeya zindî' bihatana nîşandan. Li vê xakê hêzên dewletê pir bi rihetî mirovan dikujin. Ev jî ji ber ku di bûyeran de polîtîkaya bêcezatiyê heye. Bêcezatî rê li ber sûcên nû vedike. Bêcezatî hêzê dide hêzên dewletê yên din. Û em her roj bi bûyereke nû re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê li vê xakê ewlehiya tu welatiyekî tune ye."