Ji ber êrîşa cerdevanan, dê ji lingê xwe bibe!

AMED – Welatiyê bi navê Kazim Şen, di 3’ê Gulanê de rastî êrîşa cerdevanan hat û bi giranî birîndar bibû. Her çi qas di ser bûyerê re demek dirêj derbas bûbe jî, niha Şen bi xetereya jêkirina lingê xwe re rû bû rû maye.

Li gundên Emerka û Xweşika yên di navbera navçeyên Farqîn û Pasûrê yên Amedê de di 3’ê Gulanê de welatiyê bi navê Kazim Şen (49) û kurê xwe Muhammed Şen (20) rastî êrîşa çekdarî ya cerdevanên gundê Xweşika hatin. Cerdevanan bi hinceta pismamê Kazim Şen, jina bi navê N.Y. (22) a ku xwişka sercerdevan Erhan Koçaga ye êrîşî wan kiriye. Şen û kurê xwe dema roja 3’ê Gulanê ji gundê Emerka derdikevin û bi pîkapa xwe diçin navenda Farqînê li gundê Başka yê cerdevanên ku bira û pismamê sercerdevan Erhan Koçaga lê ne riya wan dibirin û bi çekên lûle dirêj wan gulebaran dikin. Di êrîşê de Kazim Şen ji lingm xwe yê rastê bi giranî birîndar dibe û kurê wî jî dîsa ji bi sivikî ji lingê xwe yê rastê birîndar dibe. Piştî buyerê Kazim Şen, rakirin Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê û li wir hat emeliyatkirin. Piştî çend rojan ji nexweşxaneyê hat derxistin û li malê dermankirina xwe didomîn e.

Şen ê ku li malê rewşa wî ber bi nebaliyê ve çû careke din, du roj berê, hat heman fakulteyê û cara duyemîn hat emeliyatkirin. Şen ê ku niha di beşa ortopedî ya fakulteyê de tê dermankirin ji dihaberê axivî û tiştên ku wê rojê hatiye serê wan vegot. Şen dest nîşan kir ku bijîşkan jê re gotiye ku îhtîmal zêde ye ku lingê wî bê jêkirin. Şen got ku, ew ji ber vê xemgîn e.

‘ZILMA WAN LI HEREMÊ BELAV BÛYE’

Şen da zanîn ku cerdevanên êrîş, wan kirine bira û pismamê sercerdevan in û wiha got: “Ev cerdevan li heremê vê zilmê bi serê hemû kesî ve tînin. Zilma wan li heremê belav bûye. Li serê xelkê bûne bela. Keça wan li ser rizaya xwe bi kurapê min re reviyaye. Tu eleqeya min bi bûyerê re nîne, lê riya min û kurê min birîn û me gulebaran kirin. Ez di encama zilma cerdevanan de ketim vî halî.” Şen anî ziman ku cerdevanan bi çekên ku dewletê daye wan êrîş pêk anîne. Şen got ku birayê sercerdevan Erhan Koçaga, Cahît Koçaga wî kiriye hedef û hatiye gulebarankirin.

‘HEMAN CERDEVAN LI ŞERÊ SÛRÊ JÎ BÛN’

Şen bi lêv kir ku cerdevanên ku wan gulebaran kirine dibêjin “Ev herem ji me tê pirsin” û wiha axivî: “Dixwazin em gund û herema xwe biterikînin. Cerdevanên ku êrîş anîn ser me, beriya her kesî çûn Sûrê û di şerê Sûrê de cih girtin. Sercerdevan Erhan Koçaga bi xwe jî di nav pevçûnan de cih girtibû.” Şen diyar kir ku wan li Dozgeriya Farqînê giliyê wan kiriye, lê belê heta niha tu encamek jê derneketiye û cerdevan nehatine binçavkirin û girtin. Şen bi bîr xist ku heman cerdevanan berî niha bi 8 salan bi ser mala wî de girtine û cerdevanan bi çekan li wan xistiye û ew hemû birîndar bûne. Şen got ku, ji wê bûyerê jî tu encam dernektin û ew wisa difikirin ku dê ev bûyer jî wek a 8 sal berê derbas bibe.

Bîlal Guldem - dîhaber