SÊRT - Xizmên 16 karkerên di kana madenê ya Şîrvanê de jiyana xwe ji dest dan, bertek nîşanî berdana 7 bersucan dan û bang li Erdogan kirin: "Di kijan qanûnê de kujerên 16 kesan bi rûniştinek dadgehê tên berdan? Li Tirkiye edalet tune ye. Em dê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME)"
Di 17'ê Mijdara 2016'an de li gundê Madenê yê Navçeya Şîrwanê di kana madenê de hezan pêk hatibû û 16 karkeran jiyana xwe ji dest dabû. Di 18'e Gulanê de rûniştina doza bersûcên kanê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê hat dîtin. 7 bersûcên girtî yên beşdarû dozê bûn serbest hatin birdan. Malbatên karkeran bertek nîşanî berdana bersûcan dan û diyar kirin ku dê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.
Suleyman Başer ê 65 salî ku kurê wî di kanê de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku wî di kanê de kurê xwe Halil Başer wina kir û wiha got: "Kurê min bavê 8 zarokan. Ez 23 rojan li benda cenazeyê kurê xwe rawestiyam. Karkeran ew talûke ya hilweşînê dîtîn û rayedar hişyar kirin. Lê hişyariya karkeran li ber çavan nehat girtin û bû sebeba kuştina 16 karkeran. Ji sedî sed şîrket sûcdar e. Tevî vî sûcî d^Fisa bersûc tên berdan. Ez bang li Serokomar dikim, di kijan qanûnê de kujerê 16 canan di yek rûniştina dodgehê de hatine berdan? Kujer bêyî bê darizandin hat berdan. Li Tirkiye edalet tune ye. Waliyê Sêrtê gelek soz dan me. Lê tu soz pêk neanîn. Şîrketê ji bo em dest ji doza xwe berdin 300 hezar tl pere teklifi me kir. Lê me qebûl nekir û em bûn glîdar. Em êdî ne bi Erdogan û ne ji bi rayedarên wan bawer dibin. Em dê serî li DMME'ê bidin."
Birayê Halil Başer Orhan Başer (25) jî anî ziman ku anî ziman ku karkeran talûke dît û talûke bi rayedaran re parve kirin, lê hişyariya karkeran li ber çavan nehat girtin. Orhan Başer, anî ziman ku ger dadgerên Enqere bên û bêyî ku kujeran darizînin wan serbest berdin wê demê edalet tune û wiha got: "Bila êdî kes behsa edaletê neke. Kujer serbest digere Dixwazin bi pereyan me îkna bikin. Berpirsiyarê esil Adnan Ant û Şîrketa Koma Cinerê ye. Em dixwazin bersûc bên cezakirin.
Bavê karkerê madenê Sedat Bulut (19) Salih Bulut jî diyar kir ku 13 salin di Kana Fîrmaya Park Elektrike de dixebite û wiha got: "Ez di vê pêvajoyê de rasti gelek talûkeyên mezin hatim. Ev bûyer cînayet e. Her kes vê rastiyê dizane. Ji bo ku em dest jê berdin pere teklifî me kirin. Ez dê çawa dest ji vê dozê berdim. Ser cinayet û kuştinê bi pereyan nayê girtin. Bi pereyan êş nayê dermankirin. Em dê li dijî vê bêedaletiyê têkoşîna xwe berdewam bikin. Çapemenî jî vê yekê nabine. Li hemberî vê rastiyê bêdeng dimîne. Ji bo pisîka ku dikeve bîrekê bi saetan weşana zindî dikin. Lê ji bo 16 canên hatin kuştin bêdeng e û vê rastiyê nabîne. Hêj bêdeng in. Çapemeniya tirk pir sersar e. Em dê tekoşina xwe ya hiqûqî bidomînin.