Taşkaya ya ku 23 sal in aqûbeta bavê xwe dipirse: Ez ê Qada Galatasarê dewrî zarokên xwe bikim

STENBOL - Keça Huseyîn Taşkaya ya ku 23 sal in aqûbeta bavê xwe yê di bin çavan de hate windakirin, Serpîl Taşkaya diyar kiri ku ew ê qadê dewrî zarokên xwe bike.

Dayikên Şemiyê ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin cara 610'emîn li ber Lîseya Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de parkarta ku li ser nivîsa "Kiryar diyar in, winad li kû ne" heye hat vekirin û xizmên windayan û dowîz hatin hilgirtin.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê ku di 6'ê kanûna 1993'yan de hat windakirin hat pirsîn.

'BI HEVRÛBÛNA RONDIKÊN DAYIKAN AŞTÎ PÊK TÊ'

Di çalakiyê de ewil ji xizmên windayan Tayîp Canan axivî. Canan anî ziman ku ew bi salan e li qadan aqûbeta windayan dipirsin û xwest ên ku li vî welatî sûc dikin bên darizandin. Canan bal kişand demborîna di dosyaya Hasan Ocak ê ku di 1995'an de hat qetilkirin û pirsa "Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborî nabe. Nav diyar in, kiryar û edalet li kû ye?" kir. Canan got ku heke li welatekî edalet tunebe tu tiştên wî welatî rast nîne. Canan destnîşan kir pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye û wiha got: "Aştî ji vî qadê derbas dibe. Aştî bi hevrûbûna rondikên dayikan pêkan e."

'EM Ê LÊGERÎNA XWE YA WINDAYAN BIDOMÎNIN'

Kurê Huseyîn Taşkaya, Şerîf Taşkaya jî anî ziman ku bavê wî ji aliyê dewletê ve hatiye binçavkirin û ji wê rojê heta niha ji bavê xwe agahî tuneye. Taşkaya wiha axivî: "Bavê min bi îşkence û bi lêdana bi qontaxa çekê ve hate binçavkirin." Taşkaya diyar kir ku 23 sal in li edaletê digerin û wiha berdewam kir: "Dema ku bavê min hat qetilkirin demekî tarî bû. Îro dîsa em pêvajoyekî tarî dijîn."
23 SAL BÊBAV DERBAS BÛ

Keça Huseyîn Taşkaya, Serpîl Taşkaya jî wiha axivî: "Duh rojbûna min bû. Hevserê min desteyek kulîlk anî. Îro salvegera mirina bavê min e. Ger ev fîlmek bûya em ê hestewar bûbana û bigiriyana. Lê ne fîlm e rastî ye." Taşkaya diyar kir ku ew ê Qada Galatasarayê dewrî zarokên xwe bike.

Hevsera Huseyîn Taşkaya, Sultan Taşkaya jî got ku 23 sal in li Qada Galatasarayê ne û hem aqûbeta hevserê xwe hem jî yên windayên din dipirse û wiha berdewam kir: "Em ji vî dewletî zêde tiştekî naxwazin. Tenê hestiyên xwe dixwazin. Zarokên min bêbav man bila zarokên din nemînin."

Metna vê hefteyê ji aliyê ji mirovên şemiyê Şehrîban Taşkaya ve hat xwendin.


'MALBATA WÎ HAT TEHDÎDKIRIN'

Taşkaya diyar kir ku 610 hefte ne yên ku dewletê bi rêve dibin maf û azadiyan tune dihesibîne. Taşkaya destnîşan kir ku di 6'ê kanûna 1993'yan de leşker û polîsan bi cerdevanên eşîra Bucak ve bi konvoyekî ji 30 wesayîtan pêk tê li taxa Baglar a navçeya Sêwereg a Rihayê bi ser mala Mehmet Taşkaya de girtine, di serdegirtina bi fermandariya Ahmet Şenturk pêk hat de Huseyîn Taşkaya hate binçavkirin. Taşkaya da zanîn ku dema serî li emniyet, dozgerî û walîtiyê dane bersiva "Ji Sedat Bucak bipirsin" dane wan û ev agahî parve kir: "Li ser vê malbat çûye cem serokeşîr-sercerdevan û parlamenterê DYP yê wê demê Sedat Bucak. Bucak bersiva 'ekîba me girtiye lê teslîmî dewletê kirine, ji wî wêdetir agahiya me tuneye, dewlet dizane' dide malbatê. Fatîme Taşkaya ya ku serî li Emniyeta Sêweregê daye ji emniyetê bi gotina 'careke din neyên cem me. Bi kurên xwe yên din ve vê derê biterikînin, dê ew jî winda bibin' tê tehdîdkirin."

'BILA BERPIRSYAR BÊN DÎTIN'

Taşkaya anî ziman ku 23 sal in di dosyaya Huseyîn Taşkaya de tu lêpirsînekî berfireh, darizandinek nahatiye kirin, xwest berpirsyar bên darizandin. Taşaka herî dawî wiha got: "Kesên ku di windakirina Taşkaya de berpirsyariya wan heye, heta ku kiryar bên darizandin û darizandinek pêk bê ev dosya dê tu caran neyê girtin."