AMED - Li navçeya Pîranê beriya operasyonê qedexeya ku li 4 gundan hatibû îlankirin hate rakirin.
Walîtiya Amedê li navçeya Pîranê beriya operasyona di 21'ê mehê de li gundên Pîrêjman, Taşagil, Kirkpinar û Kayikoyê qedexe îlan kiribû. Di daxuyaniya ku ji aliyê walîtiyê ve îro hate dayîn de, hate daxuyandin ku qedexe hatiye rakirin.