ENQERE - Kezban Saçilik û Bîlge Yilmaz ên ku ji bo piştgiriya Nuriye Gulmen û Semîn Ozakça çalakî pêk anîn rastî şîdetê hatin tiştên jiyane vegotin.
Bîlge Yilmaz (19) a ku tevlî çalakiyên ji bo piştgiriya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça hatin pêkanîn bû li ber Abîdeya Mafê Mirovan ji aliyê polîsan ve bi erdê re hat kaşkirin û hat binçavkirin.
Yilmaz ku xwendekara fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê ye diyar kir ku ji bo mudaxeleyî polÎsên ku êrîşî du jinan dikir bike ketiye nav bûyerê û rastî şîdetê hatiye. Yilmaz, da zanîn ku ew têkoşîna Gulmen û Ozakça wekî “Têkoşîna rûmetê” dibîne û wiha got: “Ji roja destpêkê heta niha ez çalakiyan dişopînim. Heya cihê kolana Yuksel û Selanîkê digihişin hev ez û hevalên min kaş kirin. Polîsan ji me re gotin ‘ev der cihê gele’ û em kaş kirin. Wekî ku em tiştek dinin. Piştre em derpkirin, cêrên zayendî kirin. Me bertek nîşan da. Piştre em binçavkirin. Bawerim amîrê polîsan pora min girt û kêşa. Piştre bi monte min re girt. Piştî demekê ez kaşkirim destên min ji piştê ve kelepçe kirin.”
‘ŞÎDET BERDEWAM KIR’
Yilmaz, tiştên li qereqolê hatin jiyîn wiha vegot: “Min ne xwest ji wesayîtêm bên xwarê. Ji ber em bi keyfî û bêhiqûqî anîn wir. Di wê navberê de polîsekî sivîl em îşkence kirin. Em bi erdê ve kaşkirin û birin qereqolê. Hevala min a jin a li gel min jî di nava wesayîtê de dan ber mistan. Di deverên cuda yên laşe min de şopên derpkirinê hene. Li şûna asansorê em bi nêrdewanan birin. Em birin qata çaremin û di odê de carekdin hatim derpkirin. Dema min ev îtîraz kir gotin ‘mafê me yê bikaranîna hêz û îşkenceyê heye’. li wan odeyan kamera tune bû. Dema em hatin cihekî din polîsan kamera derxistin û gotin ‘wisa nekin sakîn bin’. Bûyer berovajî kirin û wekî ku qehremanin tevgeriyan. Destê hevala din girtin û bi dîwar ve dişidandin. Min xwest mudaxele bikim lê polîsekê ez kaşkirin û li erdê xistim.”
Yilmaz, anî ziman ku wê ji parêzeran re şîdeta li qereqolê jiyaye vegotiye, lê reqema sicîlî ya polîs ne girtiye û amîrê polîsan bi gotina ‘tişta pêwîst dê bê kirine’ xwest ser bûyerê de bigire. Yilmaz destnîşan kir ku ligel şîdeta dîtiye ji be qanûna qebehatan cezayê pere girtiye. Yilmaz banga xwedîderketina çalakiya li ser Kolana Yukselê kir.
‘EZ DAYÎKIM EZ Ê ÇAWA LI REXEKÎ RÛNIM’
Dayîka Velî Saçilik ê ku bûye yek ji sembolên çalakiyên Yukselê Kezban Saçilik jî bi lêv kir ku rastî şîdeta polîsan hatiye û di tora civakî de bi etîketa “BuKadinBenimAnnem” bûbû rojev. Saçilik, da zanîn ku polîsê di dîmenan de tê xuyakirin pehîn li rûyê wê daye û wiha domand: “Deme rûniştî bûn polîsan êrîşî wan kir. Velî tazî kirin û tenê atlet mabû. Atlet jî qetandibûn. Ji min re jî gotin ‘tu xwe bide paş û li rexê rûne’. Dema yek dest bike têjika pisikê jî pisîk dest û rûyê wan xwîn dike. Ez dayîkim ez ê çawa li aliyekê rûnim.”
‘KURÊ MIN TAZÎ BÛ’
Dayîk Saçilik, tiştên jiyayî wiha anî ziman: “Gaz avêtin hundirê wesayîtê. Kurê min tazî bû. Deriyê wesayîtê girtin. Wekî kampa Naziyan. Eyy Tayîp ez jî bi erdê re hatim kaşkirin! Bila bêje ‘Ez jî welatiyên xwe bi erdê re kaş dikim’ dibêje Eyy û diaxive. Ez kîme, ez dayîkek 75 salî me. Nanê me ji me girtin û dibêjin ‘herin malê rûnin’ ma em ê bi birçî li malê rûnin. Kar û nane wî ji dest girtin. Mala me kire ye zarokekî me yê 6 salî heye. zikê wî tere, di mala hezar odeyên wî hene de dijî. Er bi erdê re kaş kirim destê min ji cih derketiye. Bi pehînan li serê min xistin. Em nan dixwazin. Em ne FETO ne. ev qas FETO ketin nava dewletê tenê 4 kesên ku li Sakaryayê dîtin. Ev qas dibistan, cihên kar hatin vekirin ew ne dîtin tenê 4 kes dîtin. Me evdal hisab dikin lê ne wisa ye. Aqilê me têra her tiştî dike. Em mirovên ku bi aqilê xwe tarîtiyê ronî dikinin.”