Gav bi gav ber bi Reqayê ve

REQA - Şervanên QSD'ê ji bakur 4, ji rojhilat 6, ji rojava jî 16 kîlometre nêzîkî navenda Reqayê bûn gav bi gav nêzî bajar dibin. Bajar ji aliyê bakur ketiye menzila şervanan. Hate hînbûn ku hin emîrên DAIŞ'ê direvin.

Operasyona Xezeba Firatê ya ku ji aliyê Hêzîn Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve ber bi Reqayê ya paytexta DAIŞ'ê ve dane destpêkirin di merhaleya 4'emîn de berdewam dike. Navçeya Tebqa ya stratejîk û bendava Firatê piştî ku hate azadkirin niha jî ji gundên Tişrîn û Hezîmayê operasyon bi 2 baskan berdewam dike û di roja 14'emîn de ye. Şervan di riya 20 kîlometreyan de 15 gund, mezra û noqteyên stratejîk ji DAIŞ'ê rizgar kirin. Bi vî rengî şervanên QSD'ê ji bakur 4, ji rojhilat 6, ji rojava jî 19 kîlometre nêzîkî bajar bûn.

BENDAVA AZADİYÊ HATE DORPÊÇKIRIN

Ji rojhilat û rojava ber bi bajar ve pêşketin berdewam dike, şervanên ji rojava pêşve diçin, bi navê xwe yê berê bendava Baas, bi navê nû jî Bendava Azadiyê kirin hedef. Bendava Azadiyê ya ku bendava sêyemîn a Sûriyeyê tê zanîn jî kete ber obejektîfên me. Di navbera Bendava Azadiyê û Bendava Tebqayê de 16 kîlomter heye. Gundên Silhebiye û Xatuniyê yên staretjîk in û li ser riya bendavê ne jî ji aliyê şervananv e hate rizgarkirin. Şervanên ku 2 kîlometre nêzîkî bendavê bûn Yamama ya ku gundê dawî ye jî rizgar kirin.

SIVÎL DIHERIKIN QADÊN EWLE

Li qadên ku tên rizgarkirin xebatên paqijkirinê berdewam dike, mayînên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine danîn jî yek bi yek tê îmhakirin. Niştecihên gundên ku tên rizgarkirin jî piştî ku gund ji mayinan tên paqijkirin jî vedigerin warên xwe, bi hezaran sivîl ji Reqayê berê xwe didin qadên ewle yên QSD'ê. Reqaiyên ku bi traktor û wesayîtên bar ve eşya û sewalên xwe bar dikin û berê xwe didin qadên ewle, ji riyên ku şervan hene derbas dibin. Welatiyên Reqayê yên diyar kirin bi rojan in li derve dimînin, tî û birçî mane dema ku tên qadên ewle bêhna xwe vedidin. Hin ji wan bi kêfxweşiyê rondikan dibarînin, hin ji wan jî bi nîşaneyên serkeftinê ve kêfxweşya xwe parve dikin.

JI BO REQAYÊ HÊZÊN EWLEHIYÊ HATE AVAKIRIN

Li cihên ku şervanên QSD'ê kontrolê pêk tînin ciwan di refan de cihê xwe digirin, ewlehiya hundir û parastina gundan ji aliyê van ciwanan ve pêk tê. Li cihên ku ji DAIŞ'ê Tên rizgarkirin heta niha bi hezaran ereb, tevlî refên QDS'ê dibin, li cihên ku hatine rizgarkirin welatiyên Reqayê serî li QSd'ê didin û dixwazin li dijî DAIŞ'ê şer bikin. Li ser vî esasê ji gundê Silhebiyeya rojava ya ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin 35 ciwanan li dijî DAIŞ'ê çek hilgirtin. Li aliyê din di bin navê Parazvanên Ewlehiya Hundir a Reqayê ciwanên Reqayê yên xwe rêxistin kirine jî dewreya xwe ya yekem temam kirin. Di dewreya ku 50 ciwan beşdar bûn de bi coşeke mezin perwerdehî hate temamkirin piştre Parazvanên Ewlehiya Hundir a Reqayê dest bi peywira xwe kir.

JIN BI MALBATA XWE VE TÊ TEHDÎDKIRIN

Di nava cihên patine rizgarkirin de gundên ku DAIŞ'ê wekî navendên êrîşê bikardianî jî hebûn, DAIŞ ji bo pêşveçûna şervanan bide rawestandin hemû rê û rêbazan bi kar tîne. Niha jî tê gotin ku ji bo ku xwe biteqînin zorê didin li ser jinan û malbatên wan bi kuştinê tên tehdîdkirin. Tê gotin ku DAIŞ bi vî rengî jinan ji bo bomkariya zindê amade dike.

Jinên kurd., ereb û tirkmên ên ku ji dest pêka hemleyê heta niha di refên pêş de cih digirin rê nadin DAIŞ'ê û bi sîvîlên ku tênv e eleqedar dibin.

HÊZA ŞER A DAIŞ'Ê HATE ŞIKANDIN

DAIŞ a ku li hemberî operasyonên şervanan nikare tiştekî bike gav bi gav xwe vedikiîne navenda Reqayê û bi wesayîtên bombebarkirû û fuzeyan ve êrîşan pêk tîne. Ligel vê yekê jî li hemberî QSD'ê têkçûneke mezin dijî û morala wan xira dibe ji ber vê yekê jî tê gotin piraniya wan dev ji çekan berdidin. Gelek emîrên DAIŞ'ê jî ji niha ve bajar diterikînin.

ENTERNASYONALÎST PEYWIRA XWE YA MIROVAHIYÊ BI CIH TÎNIN

Di refên pêş de xala ku balê dikişîne jî şervanên enternasyonalîst in. Dema ku nêzî navenda Reqayê dibin şervanên ku diharikin axa Rojava û Bakurê Sûriyeyê bêhnê li eniyên Reqayê digirin. Şervanên enternasyonalîst ên ji Fransa, Îngilistan, Amerîka, Kanada, Almanya, Swêd, Holanda, Îspanya û Polonyayê hatine dibêjin ku ew şerê li dijî DAIŞ'ê wekî peywirekî mirovahiyê dibînin.

Şervanên QSD'ê yên ku gav bi gav ber bi Reqayê vê diçin ji bakur, rojhilat û rojava dorpêça xwe temam kirine û li bendê ye ku ber bi navenda bajarv e biçin. Şervanên ku ji bakur nêzîk bûne di navbeda wan û Reqayê de 4 kîlometre mayê. Bajar ketiye menzîya şervanên ku ji bakur hatine û navenda bajar êdî tê dîtin. Ji rojhilatê bajar jî piştî ku bajarê Mensura bê risgarkirin dê şervan bêhtir nêzîkî navenda bajar bibin. Mensura ya ku nêzî 3 hezar kes dijî û 15 kîlometre dûrî Reqayê ye.

Nazim Daştan - dîhaber