Dozger îdîanameya bê delîl amade kir

MÊRSÎN - Dozger îdîanameya 34 kesan ku ji 34 rûpelan pêk tê amade kir. Dozger 9 rûpel ji agahiyên nasnameyê re, 6 rûpel ji "Avakirina PKK/KCK" re û 19 rûpelên dawî jî ji çalakiyan re qetand. Dozger delîl ji bir kirin û tayînkirina qeyûma Şaredariya Akdenîzê di 18'ê Kanûna 2016’an de wekî di meha mijdarê de hatibe tayînkirin nîşan da.

Li Mêrdînê di 24'ê Kanûna 2016'an de polîsan li dijî endam, rêveberên HDP, DBP û personelên Şaredariya Akdenîzê ku qeyûm hatibû tayînkirin operasyon pêk anî. Di operasyona li dijî Şaredariya Akdenizê de Hevserokê HDP'ê Sadun Dogan, Hevşaredara Akdenizê Yuksel Mutlu û nûçegîhanê DÎHA yê bi KHK'e hat girtin Ergin Çaglar jî di navde 34 kes hatin binçavkirin û 15 kes hatin girtin. Dozger îdîanameya 34 kesan amade kir. Dozger îdianameya ku berê bi hinceta "delîla sûc tune" red kir, Dozger Îhsan Dogan ji nûve îdîaname nivîsand. Îdîaname ji aliyê 7'emîn Dadgeh a Cezayên Giran a Mêrsînê ve hat qebûlkirin. Bersûc Abdulkerim Timur ê serbest tê darizandin ji sucdardiya "propaganda rêxistinê" tê darizandin. 33 bersûcên din jî bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" tê darizandin.

Dozger der barê 34 kesan de îdîanameya ku ji 34 rûpelan pêk tê amade kir. 9 rûpelên ewil ji agahiyên nasnameyan, 6 rûpel ji "avakirina PKK û KCK'ê" pêk tê. 19 rûpelên din jî ji sucdariya der barê 34 kesan de pêk tê. Rûniştina yekemîn dê di 20'ê Tîrmeha bê dîtin. Dozger der barê 33 kesan de ji 165 salan heta 330 salan ceza dixwaze. Der barê bersûcekî de jî ji salekê heta 5 salan ceza dixwaze. Dozger der barê Hevserokê HDP'ê yê Mêrsînê Sadun Dogan û Hevşaredara Akdenîzê Yüksel Mutlu de ji ber tevlêbûna merasima cenazeyan ên di navbera 2014, 2015 û 2016'an de wekî sûc dît.

Dozger meşa DOKH'ê ya li dijî êrîşa DAÎŞ’ê ya di tebaxa 2014'an de li pêş avahiya HDP'ê ya Mêrsînê pêk hat jî wekî sûc dît. Dozger ji bo HDK'ê wekî berdewama PKK/KCK'ê pênase kir.
Dozger tayînkirina Qeyûma Şaredariya Akdenîzê ku di 18'ê Kanûna 2016’an de pêk hat jî wekî di mijdarê de teqûm hatiye tayînkirin nîşan da. Dozger vekirina posterên Hevserokên HDP'ê yên girtî Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag ku wekîltiya wêhat xistin jî wekî delîlê sûc pênas kir.

Dozger dîsa weşana perwerdehiyê ya "Rêveberiyek herêmî ya çawa?" ya Yekîtiya Şaredariyên Herêmê Rojhilata Başûr (GABB) jî wekî delîla sûc pênase kir. Dozger disa ji bo wêneyekî ku li Nûnertiya HDP'ê ya Kurdalîyê hat dîtin jî wekî "Wêneyê jinek ku wênekêş di destê wê de heye û li ser XEBATKAREN ÇAPEMENIYA AZAD hatiye nivîsandin" hat dîtin.
Dozger herî dawî ji bo Firat Acar û Vedat Azrak ku tu delîl nehat dîtin jî "xebatên mahallî yên PKK/KCK'ê dimeşînin" Dozger ji bo Hevşaredara Akdenizê Yuksel Mutlu, Hevserokê HDP'ê yê Mêrsînê Sadun Dogan, kesên bi navê Nurettin Atız, Sıddık Aykut, Sedat Akbay, Raziye Soner, Salih Akti, Selman Gunbat, Kahraman Oguz, Abdulkerim Elçi, Selahaddin Karakeçili, Nuriye Arslan, Şukru Alkanli, Mustafa Saliş, Omer Serîn, Hidir Berk jî wekî kesên di teşkîlata HDP'ê yên bajar û navçeyên Mêrsînê de dixebite da nîşandan.

Dozger der barê bersûc Abdulaziz Durak, Abdulkerim Elçi, Fırat Acar, Mehmet Bakrak, Salih Aktı, Vedat Azrak û Nûçegîhanê DÎHA Ergin Çaglar de tu delîl nedît. Dozger tevî vê yekê wekî endamtiya rêxistinê sucdar kir.