Ji welatiyê polîsan bi ser mala wî de girtin 10 meh in agahî nayê girtin

WAN - Ji welatiyê bi navê Veysel Demîrkan e di otelek li Wanê dixebite de 10 meh in agahî nayê girtin. Malbata Demîrkan ê ku roj windabû polîsan bi ser malê de girtin ji jiyana wî bi fikarin.

Welatiyê bi navê Veysel Demîrkan (35) ê li taxa Seyît Fehmî Arvasî ya navçeya Rêya Armûşa Wanê dirûne, 10 mehin agahî nayê girtin û malbata Demîrkan ji jiyana wî bifikarin. Birayê Demîrkan Naîm Demîrkan diyar kir ku roja polîsan bi ser mala wan de girtiye birayê wî bi wesayîta xwe berzebûye û bi mehan e ji birayê xwe tu agahî nagirin.

AHEMAN ŞEVÊ POLÎSAN BI SER MALÊ DE GIRTIN

Demîrkan, da zanîn ku birayê wî li navenda bajar di otelekê de dixebite, bavê zarokekî ye, di 7’ê Tebaxa 2016’an de ji mal derketiye heta niha tu agahî jê ne girtine û di şeva hema rojê de polîsan bi ser mala wî de girtine û li birayê wî geriyane.


Demîrkan, anî ziman ku di 8’ê Tebaza 2016’an de wan li Qereqola Polîsan a Nîsanê serlêdana windabûnê kirine û wiha got: “Piştre me ji qereqolê bersiva ‘em lê digerin’ tu tiştek din ne bihîştiye. Piştî ev qas dem ez, bav û dayîka min her yek ji me du caran ji bo dîtina birayê min çûn qereqolê. Me serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) da.”

‘EM JI JIYANA WÎ BIFIKARIN’

Demîrkan, bi lêv kir ku ew ji jiyana birayê xwe bi fikarin û wiha axivî: “Dayîka min nexweşa şekir û tansiyonê ye, û ev rewş bandorek nerênî li ser wê dike. kurekî 5 salî yê Veysel heye. Her şev di xewna xwe de bang li bavê xwe dike. 10 mehe me tu agahî ji birayê min ne girtiye. Em ê di nava çend rojan de li kolan û cadeyên bajar belavokên windabûnê hilawîsin.”