REQQA – Bi belgeyan eşkere bû ku dewleta Tirkiye çek û cebilxane dide DAIŞ`ê. Piştî Tebqayê niha jî li Reqqayê çekên Lav ên TSK'ê ji ser DAÎŞ'ê yên hatine kuştin, hatin dîtin.
Dewleta Tirkiye her çiqasî têkiliya xwe bi DAIŞ`ê re înkar bike û weke li dijî wan şer dike xwe nişan bide jî, her roj belgeyên nû yên dikevin dest, rastiya artêşa Tirkiyeyê nîşan dide. Di demên cuda de, derbarê têkiliyên dewleta Tirkiye û DAIŞ`ê de gelek belge derketin holê. Ya herî berçav, bi destê istîxbarata Tirk (MİT) çawa bi kamyon û TIR’an çek û cebilxane ji çeteyan re hatibû şandin îspat bibû û ketibû rojeva Tirkiyê û cihanê. Di demên dawî de hinek belgeyên din derketin holê ku dewleta Tirkiye careke din çek û cebilxane ji DAIŞ û komên din ên çete re dişine. Di operasyona Tebqayê de gelek çekên Lav ên ku ji bo artêşa Tirk li Enqerê tên çêkirin li ser DAÎŞ'ê hatine kuştîn, ketin destê şervanên QSD’ê. Duh jî li gundê Bîr Hemad ê Reqqayê ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatibû rizgarkirin, di encama xebatên lêgerînên ên şervanan de gelek caestê şervanan de, çeka Lav jî hebû ku ev çek tenê ji bo artêşa Tirk tê çêkirin.
Şervanên QSD’ê di malekê de 2 çekên Lav ên ku hîn bikar nehatine dîtin. Çekên Lav ku artêşa Tirk daye çeteyan piştî Tebqayê li eniya Reqqayê jî li ser çeteyan hat dîtin. Li ser çekên Lav ên li gundê Bir Hemad ketiye deste şervanan reqema wan jî heye. Yek jê bi reqema 1340-27-000-4030, MKE. KE. 1.1.1993 ye. Ya din jî reqem ji bo diyar nebe hatiye paqijkirin. Şervanên QSD’ê diyar kirin ku ev ne tiştek nû ye û beriya niha jî bi dehan çekên Lav ên reqemên wan hatine paqijkirin û çekên G-3 û cebilxaneya artêşa Tirk a dagirker ji ser çeteyan rakirine.