Serbijîşkê Nexweşxaneya Zanîngeya Firatê di êrîşê de mir

XARPÊT - Serbijîşkê Nexweşxaneya Zanîngeya Firatê ya Xarpêtê Prof Dr. Mehmet Saîd Belîrgen li meqama xwe rastî êrîşa çekdarî hat û birîndar bû. Tevî hemû mudaxaleyan Belîrgen jiyana xwe ji dest da.

Serbijîşkê Zanîngeha Firatê Prof. Dr. Muhammed Saît Belirgen saet di 11.45'an de ji ber sedemekî nediyar li odeya xwe rastî êrîşa çekdarî ya xwediyê şîrketa medîkal Sercan Gok hat. Di êrîşê de Berîlgen bi giranî birîndar bû, êrîşkar Gok jî bi heman çekê gule berda serê xwe û hewl da xwe bikujer. Prof. Dr. Belîrgen piştî 5 saetan jiyana xwe ji dest da.