Li dijî xerakirina Sûrê nobetê digirin

AMED - Malbatên li taxa Alipaşa û Lalebeyê yên Sûrê li dijî xerakirina xaniyên xwe dest bi nobetê kirin.

Xerakirina malên li taxên Alîpaşa û Lalebey ên dun dest pê kir berdewam dike. Şêniyên taxên Alipaşa û Lalebeyê yên Sûra Amedê li dijî xerakirina di çarçoveya "Veguhestina bajarvaniyê" dest bi çalakiyê kirin. Rayedarên Şaredariya Qeyûmê berê av û ceyran ji ser taxê birîn û piştre dest bi hilweşina xaniyan kirin. Tevî ku av û ceyran ji ser şêniyên taxê hat qutkirin jî welatî dest ji malên xwe û taxa xwe bernadin û têkoşîna xwe berdewam dikin. Şênî pêdiviyên xwe yên avê ji Dibistana Seretayî ya Alipaşa û Mizgefta Alipaşa pêşwazî dikin. Welatiyên bi meteran avê temîn dikin bertek nîşanî xerakirina malan dan û diyar kirin ku şêniyên taxê vê zilmê û zordariyê qebûl nakin. Welatiyên li ber malên xwe nobetê digirin diyar kirin ku ew ji malên xwe dernakevin û destûr nadin xaniyên wan bên xerakirin.
Welatiyan diyar kirin ku dê saet di 13.00’an de bi Walîtiya Amedê re hevditin bikin.