Cezayê heqaretê li Ersîn Ramoglu birîn

EDENE - 2'yemîn Dadgeha Asliye Ceza ya Edeneyê li rojnameger û nivîskar Ersin Ramoglu, bi hinceta heqaret li Aydin Dogan kiriye cezayê 109 roj pereyên edlî û 13 hezar tl cezayê tazmînatê birî.

Rûniştina doza Rojnameger Ersin Ramoglu li 2'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Edeneyê hat dîtin. Dozger bi hinceta li Serokê Holdînga Dogan Aydin Dogan heqaret kiriye doz vekiribû. Heyeta dadgehê di rûniştina dozê de li Rojnameger û nivîskar Ersin Ramoglu, bi hinceta heqaret li Aydin Dogan kiriye 109 roj cezayê pereyên edlî û 13 hezar tl cezayê tazmînatê birî. Der barê Ramoglu de ji ber nivîsên wî yên di navbera 21'ê Îlonê û 3'ê mijdara 2015'an de bi hinceta heqaret li Aydin Dogan kiriye lêpirsîn lê hatibû vekirin.

Heyetê rêya îtîraza ceza jî girt.