Parlamenteren Ewropa ji bo Gulmen û Ozakça name ji Bozdag re şandin

NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenteren Ewropa ji bo Nuriye Gulmen û Semih Ozakça serbest bên berdan name ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag re şandin.

Akademisyen Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça yên bi KHK'ê hatin îxrackirin yên ji bo mafê xwe bistînin li Kolana Yukselê ya Enqereyê dest bi çalakiya gireva birçibûnê kiribûn. Di roja çalakiyê ya 76'an de polîsan şev nîvê şevê bi ser malên Gulmen û Ozakça de girtin û ew ji malê binçav kirin. Parlamenterên Ewropa ji bo Gulmen û Ozakça bên berdan name ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag re şand.

Parlamenteran di nameya xwe de wiha gotin: "Em parlamenterên Ewropa yên îmzeya me li bin nameyê, ji OHAL'a ku li Tirkiye didome û bandora wê ya li ser mafên mirovan û demokrasiyê zêde bi fikarin in.
Di serdema OHAL'e de zêdeyî 100 hezar karmend, leşker, polîs, dadger, dozger û akademîsyen hatin îxrackirin. Bi deh hezaran kes hatin girtin. Bi KHK'ê akademisyena Zanîngeha Selçukê Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça ji bo li peywira xwe vegerin 196 rojin çalakiye pêk tînin. 76 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Nuriye Gulmen û Semih Ozakça, ji ber neheqiya OHAL'ê neyinî bandor bûn. Ji bo mafê xwe di çalakiyê dene û tenduristiya wan pir xera bûye. Êdî li ser tenduristiya wan gefa mezin heye û ev gef me dixe nava fikaran. Tevî vê yekê bi awayekî keyfî roja duşemê Nuriye Gulmen û Semih Ozakça, hatin binçavkirin û girtin. Em weki parlamenter dixwazin bi lezgîn Gulmen û Ozakça serbest bên berdan. Em diyar dikin ku piştgiriyê didin kesên di bin OHAL'ê de karê xwe winda kirine. Em ji rayedarên Tirk dixwazin ku demek berî demekê OHAL'ê rakin û rê li peş darizandin lêgerîna mafê xwe vekin."

Yên îmze avêtin wina ne:

Jordi Solé (Greens/EFA), Ismail Ertug (S&D), Marietje Schaake (ALDE), Rebecca Harms (Greens/EFA), Alexander Lambsdorff (ALDE), Anna Maria Corazza Bildt (EPP), Barbara Spinelli (GUE/NGL), Pascal Durand (Greens/EFA), Izaskun Bilbao (ALDE), Eva Kaili (S&D), Josep-Maria Terricabras (Greens/EFA), Tania González (GUE/NGL), Mark Demesmaeker (ECR), Eva Joly (Greens/EFA), Gérard Deprez (ALDE), Hilde Vautmans (ALDE), Frédérique Ries (ALDE), Eric Andrieu (S&D), Stelios Kouloglou (GUE/NGL), Anne-Marie Mineur (GUE/NGL), Sylvie Guillaume (S&D), Takis Hadjigeorgiou (GUE/NGL), Teresa Giménez Barbat (ALDE), Clara Aguilera García (S&D), Monica Macovei (ECR), Fabio Massimo Castaldo (EFDD), Javi López (S&D), Kati Piri (S&D), Maite Pagazaurtundúa (ALDE), Agnes Jongerius (S&D), Jean-Paul Denanot (S&D), Ricardo Serrão Santos (S&D), Philippe Lamberts (Greens/EFA)Marian Harkin (ALDE), Josu Juaristi Abaunz (GUE/NGL), Lola Sánchez (GUE/NGL), Helga Trüpel (Greens/EFA), Louis Michel (ALDE), Benedek Jávor (Greens/EFA), Javier Nart (ALDE), Nicola Caputo (S&D), Christine Revault d'Allonnes-Bonnefoy (S&D), Eider Gardiazábal (S&D), Dimitrios Papadimoulis (GUE/NGL), Boris Zala (S&D), Gabi Zimmer (GUE/NGL), Dietmar Köster (S&D), Julie Ward (S&D), Miltiadis Kyrkos (S&D), Francesc Gambús (EPP), Laurentiu Rebega (ENF), Robert Rochefort (ALDE), Gesine Meissner (ALDE), Lieve Wierinck (ALDE), Andrea Cozzolino (S&D), Ana Gomes (S&D), Terry Reintke (Greens/EFA), Beatriz Becerra (ALDE), Martina Anderson (GUE/NGL), Matt Carthy (GUE/NGL), Liadh Ní Riada (GUE/NGL), Lynn Boylan (GUE/NGL)