Bazara Waliyê Dersimê: Hûn nikarin li Dersimê defin bikin

DERSIM - Waliyê Dersimê Osman Kaymak bi zabiteyan ve ji Kemal Gun ê ku 90 roj in ji bo hestiyê kurê xwe bigire di greva birçibûnê de ye re agahiya "hestiyên kurê te li şaredariyê ye were bigire" şand. Piştî xizm û parêzerên Gun çûn hestiyan bigirin, Walî bazara "Ez dê hestî bidim lê hûn nikarin li Dersimê defin bikin" da.

Walî û Qeyûmê Şaredariya Dersimê Osman Kaymak bi zabiteyan ve ji Kemal Gun ê ku 90 roj in ji bo hestiyê kurê xwe bigire di greva birçibûnê de ye re agahiya "hestiyên kurê te li şaredariyê ye were bigire" şand. Kemal Gun ji bo cenazeyê kurê xwe Murat Gun ê li geliyê Çet di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû bigire ligel ku soz hatibû dayîn hefteyekî li benda hestiyên kurê xwe yê dabûn kargoyê bû. Walî Kaymak ê ku di heman demê de qeyûm e zabite şand cem Gun û xwest bê şaredariyê û hestiyên kurê xwe bigire. Xizm û parêzerên Gun ji bo hestiyan bigirin çûn hestian bigirin. Le walîtiyê bazariya hestiyan kir û got: "Em dê hestiyan bidin, lê hûn nikarin li Dersimê defin bikin. Keça Gun Beyhan Gun û Parêzera malbata Gun Engin Gokoglu ji bo hestiyan bistinin çûn bi Walî-Qeyûm re hevditin bikin. Prz. Gokoglu û keça Gun Beyhan Gun piştî hevdîtinê daxuyanî dan û gotin: "Me bi walîtiyê re hevdîtin kir. “Walî got ew dê hestiyan bidin, lê divê li Dersimê defin nekin. Ger hûn li Dersime defin bikin em dê li gora bêkesan defin bikin. Ev daxuyanî j bo bavê ku 90 rojin di grevê de ye tê wateya "An hûn dê li gorî daxqazên me defin bikin an jî hûn dê bimirin. Piştre der barê hevdîtinê Parêzerê Gun agahî da bavê Murat Gun Kemal Gun. Parêzer û keça Gun dîsa ji bo bi walîtiyê re hevdîtin bikin çûn şaredariya Dersimê.

Malbat dixwazin cenaze li Navçeya Hozatê ya Dersimê defin bikin.