WAN -Nûçegihanên DÎHA'yê ya bi KHK'ê ve hate girtin ji ber nûçeya "Emniyet hilbijêran deq dike" hatin darizandin.
Doza ku der barê nûçeya li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hate girtin a "Emniyeta Westanê hilbijêran deq dike" bi îdiaya "heqeret li peywirdarên cemaweriyê kirine" hatibû vekirin li Dadgeha Cezeya Asliyeyê ya Westanê hate dîtin. Serokê Lijneya Rêveberiyê ya DÎHA'yê ya bi KHK'ê ve hate girtin Zekeriya Guzupek, rojnamger Ferhat Çelîk, Berdan Baban, mustafa Ece, Hevseroka HDP'ê ya Westanê ya Berê Nezahat Sumer û parêzer amade bûn.
Dozê bi tespîta nasnameyan dest pê kir û sûcdarkirinên der barê 4 rojnamegeran de hate xwendin. Rojnamegeran diyar kirin ku nûçe di çarçoveya azadiya îfadekirinê de hatiye çêkirin û beraeta xwe xwestin.
Parêzer Sultan Uruk jî diyar kir ku îfadeyên di nûçeya navborî de derbas dibin di çarçoveya rexnekirinê de divê bê nirxandin û di nûçe hêmayên sûc tuneye. Di îctihadêr Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Dadgeha Qanûna Bingehîn û Dadgeha Bilind de tê gotin ku heta ku alîgirê şîdetê nebe di çarçoveye azadiya îfadekirinê de ye û xwest muwekîlên wê bên beraetkirin.
Piştî parastinan doz taloqî 27'ê îlonê hat kirin.