AMED/ÎZMÎR- Parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan ên li Amed û Îzmîrê hatin cem hev aqûbeta xizmên xwe pirsîn û peyama "Çi dibe bila be em ê lêgerîna xwe ya ji bo windayan bidomînin" dan.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser kesên di bin çavan de hatine windakirin û hesap ji kujeran bên pirsîn li ber Konaka Sumerbanka Kevin daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku nûnerên gelek partiyên siyasî û saziyên sivîl tevlî bûn de pankarta "Winda wijdanin xwedî lê derkeve" û "Winda diyarin kujer li ku ne" hatin vekirin.
Li ser navê komeleyê nûnerê şaxê Ahmet Çîçek, diyar kir ku di 2'yê Kanûna 1994'an de Faîk Candan hat binçavkirin, demek dirêj agahî jê ne hat girtin, piştre li bejahiya gundê Çavuş a Bala Enqereyê bi awayekî ku gule li ser û singa wî hatiye xistin hat dîtin.
Çîçek, bi lêv kir ku di şexsê Faîk Candan ku parêzer û serokê DEP'ê yê bajar bû rewşenbîrên kurd hatin qetilkirin û wiha got: "Piştî salan tîmê taybet Ayhan Çarkin li dadgehê xwe mukur hat ku wî Candan qetilkiriye. Em ê şopdarê kesên ku di bin çavan de hatine windakirin bin. Ji bo hemû kesê hiqûqa demokratîk pêwîste. Çi dibe bila bibe em ê lêgerîna xwe ya windayan bidomînin."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat pêkanînin.
AQÛBETA BAHÇECÎ PIRSÎN
Xizmên windayan û endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya xwe ya heftane ya 408'emîn li dar xistin. Çalakî li avahiya ÎHD'ê pêk hat. Dayikên Aştiyê, xizmên windayan, rêveberên ÎHD'ê beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hilgirtin. Di çalakiyê de ewil Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku di salên ku mirov hatin windakirin OHAL hebû û niha dîsa di pêkanînên OHAL'ê de aqûbeta windayan dipirsin. Bîlîcî wiha berdewam kir: "Bi tunehesibandina jiyana mirovan, înkarkirina cudatiyan, siyaseta kurd bi temamî ji holê rakirinê, rêxistinên cvakî yên sivîl bi hemû bêbandorkirin û îradeya wan desteserkirinê ve nêpêkan e ku ev krîza heyê bê derbaskirin."
Piştî Bîlîcî, ji rêveberên ÎHD'ê Hasan Yalçin çîroka windakirina Xwendekarê Zanîngeha Marmarayê û Serokê Federasyona Komeleyê Xwendekarên Tirkiyeyê Îsmaîl Bahçecî yê di 24'ê kanûna 1994'an de li Aksarayê hate binçavkirin û hate windakirin parve kir. Yalçin anî ziman ku ii ber ku Bahçecî serokê fedarasyonê bû gelek caran ji aliyê polîsan ve hatiye tacîzkirin, piştî ku li Aksarayê hatiye binçavkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê. Yalçin got ku piştî ku hevalên wî agahî dan malbat çûye emniyetê yê bersiva "me kesekî bi navê nedîtiye" dane malbatê. Yalçan destnîşan kir ku ligel hemû hewldanên malbatê jî ji kurê xwe agahî negirtine.