Li Katoyê pevçûnên dijwar diqewimin

ŞIRNEX - Di operasyonên ku li herêma Katoyê didomin de, hat diyarkirin ku di pevçûnekê de tîmekî taybet miriye û 2 polîs jî birîndar bûne.

Li herêma Katoyê ya li navçeya Elkê ya Şirnexê ye ji 18'ê Nîsanê ve heta niha operasyonên leşkerî didomin. Li gel leşker û cerdevanan, polîsên taybet jî tevlî operasyonê bûne. Di dema operasyonê de pevçûn derket û hat diyarkirin ku di pevçûnê de tîmekî taybet miriye û 2 polîs jî birîndar bûne. Polîsên birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya navçeyê.

Hat ragihandin ku liv û tevgera li herêmê didome.