STENBOL - Berpirsiyarê Karên Nivîsan ê Kovara Sosyalist Dayanişmayê û endamê Parlementoya Meclîsê ya HDP'ê yê berê Sezgin Kartal hat girtin.
Berpirsiyarê Karên Nivîsan ê Kovara Sosyalist Dayanişmayê û endamê Parlementoya Meclîsê ya HDP'ê yê berê Sezgin Kartal, li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat binçavkirin û paşê hat girtin. Ji ber nivîsa bi ser navê "Dê serketin a gelên berxwedêr be" ya di hejmara Nîsana 2016'an a kovarê de weşiya bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" sal û 6 meh ceza lê hat birîn. Rûniştina yekemîn di 17'ê Çileya 2017'an de li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin û di vê rûniştinê de li Kartal ceza hat birîn. Cezayê Kartal ji aliyê dadgeha bilind ve hat qebûlkirin. Îro dema ku Kartal ji bo lêpirsîneke din a ku der barê wî de hatibû vekirin çû Edliyeya Stenbolê, hat girtin û ew şandin Girtîgeha Metrîsê.