Ji Gulmen û Ozakça 20 sal cezayê girtîgehê xwestin

NAVENDA NÛÇEYAN - Îdianameya der barê akademisyen Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça yê ku 77 roj in di greva birçîbûnê de ne û ev rojeke girtî ne de hat amadekirin û ji dadgehê re hat şandin. Di îdianmeyê de der barê her du perwerdekaran de heta 20 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

Îdianameya ku der barm akademisyen Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça yên ku bi Biryaranmeya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatin îxrackirin û ji bo vegerin ser karê xwe dest bi gerva birçîbûnê kirin, ji dadgehê re hat şandin.

Îdianame ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat amadekirin û ji 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê re hat şandin. Li gor nûçeya ku di Ajansa Anadoluyê de cih digire, Gulmen û Ozakça yên ku 77 roj in di greva birçîbûnê de ne bi "endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" tên tawanbarkirin û di îdianameyê de tê xwestin ku bi 20 sal cezayê girtîgehê bên cezakirin.