Girtiyê nexweş rastî êrîşa gardiyanan hat

STENBOL - Çalakiya ‘Rûniştina F’ di hefteya 245'an de berdewam kir. Xizmên girtiyan di vê hefteyê de diyar kirin ku girtiyê nexweş Erol Zavar rastî êrîşa gardiyanan hatiye û nayê dermankirin.

Endamên Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê û xizmên girtiyan di hefteya 245’an de çalakiya “Rûniştina F” li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Xizmên girtiyan û parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de siloganên "Bêdeng nebe, nebe şirîkê heman sûcî”, “Ji îşkenceya bêrûmetiyê re bes e” berz kirin û pankartên "Tecrîd dikuje, bila girtîgehên tîpa f bê girtin” û "Bila girtiyên nexweş bên berdan” rakirin.

Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser girtiyê nexweş Erol Zavar. Li ser navê komê Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Nuray Çevîrmen daxuyanî da. Çevîrmen, diyar kir ku bi îlana OHAL’ê re zextên li ser girtiyan û girtiyên nexweş pir zêde bûne. Çevîrmen, da zanîn ku hin girtiyên nexweş dereng tên dermankirin û hin ji wan qet nayên dermankirin û wiha got: “Girtiyê nexweşa meseneyê Erol Zavar li gel nexweş e nayê dermankirin. Di sala 2001’an de rastî cezayê muebetê hat. 45 roj berê ji Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê sirgûnî Giertîgeha Tîpa F a Tekirdagê kirin. Malbat zahmetiyê dikişînin ku ji Enqereyê biçin Edîrneyê ziyaret bikin. Zavar li girtîgehê rastî êrişa gardiyanan hatiye. Erol Zavar nexweşê mesaneyê ye. Heta niha 15 caran hatiye emeliyatkirin. Nezî 50 tubor ji bedena wî hatine girtin. Li gel nexweşiya mesenê nexweşiyên Koah, migren, astim, tiroid, menuskus heye.
Dema ji bo nexweşiya anjiyo çû nexweşxaneyê ji ber platina wî di cîhaza X-ray re deng derdixe û rastî lêgerîna tazî tê. Zavar li vir rastî êrîşa gardiyanan hat. Ji ber vê yekê anjiyo nebûye. Dewlet berpirsiyarê ewlehiya Zavar e. bila Zavar bê berdan û bê dermankirin.”