REQA - Şervanê ûkraynayî Sjoder Heeger, ku berê di şerê Donbassê yê di navbera Ûkrayna-Rûsyayê de qewimî bû cih girtibû û niha di operasyona rizgarkirina Reqayê de cih digire, anî ziman ku şerê Donbassê şerê îktîdarê, yê Reqayê jî şerê azadiyê ye.
Di çarçoveya pêngava 4'emîn a Operasyona Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bajaroka Hemrat Nasrayê ya ku bi qasî 4 kîlometreyan dûrî bajêr e jî ji DAIŞ'ê paqij kirin. Şervanên ku ji du milan ve ber bi bajêr ve diçin, niha nêzî Bendava Azadiyê ya ku li başûrê rojavayê bajêr dikeve jî bûne. Di navbera şervanan û bendavê de 2 kîlometre mane. Di vê operasyonê de şervanê ûkraynayî Sjoder Heeger (Baran Sason), ku di şerê ku di navbera Ûkrayna-Rûsyayê qewimî de jî cih girtibû, cih girtiye. Sason, dest nîşan ku vî şerê niha li dijî DAIŞ'ê tê kirin ji şerê di navbera Ûkrayna-Rûsyayê de pir cuda ye. Sason, diyar kir ku mebesta şerê wir îktidar bû, lê şerê ku li dijî DAIŞ'ê tê kirin şerê azadiyê ye.
DIXWAZE JIYANÊ FÊM BIKE
Sason, bi bereyê xwe yê leşkerî yê ku du pûrtên kevokan li ser in û bi kejbûna xwe balê dikişîne. Sason, diyar kir ku ji ber ku baweriya wî ew e ku di şer de pûrtên kevokan şans tînin, wî ev bere xistiye serê xwe. Sason, da zanîn ku ew 6 meh berê hatiye xaka Sûriyeya Bakur. Sason, anî ziman ku ji berê de kurd bala wî dikişînin û ew dixwaze piştî şer jî li vir bimîne û vê jiyana kû nû nû bi pêş ve dikeve nas bike. Sason, diyar kir ku ew di nav şervanan de hînî kurdî dibe.
'EZ XWE AÎDÎ VIR HÎS DIKIM'
Sason, dest nîşan kir ku ji roja ku hatiye qet netengijiye, lew ew xwe aîdî vir hîs dike û wiha axivî: "Hevalan alîkariya min kir. Heta dikarim vê bibêjim ku ji jiyana min a berê rihetir e. Bi saya hevalan hînî kurdî dibim. Di jiyana rojane de bi pêş ve dixim. Ji bilî vê serî li pirtûk û ferhangan didim. Heta niha min pir pêş ve xistiye. Ji bilî vê hînî jiyana hevpar jî dibim."
Sason, anî ziman ku li dijî DAIŞ'ê firsedeke ku şer bike ketiye destê wî û ew dixwaze vê firsenda xwe baş bi kar bîne û wiha got: "Dixwazim heta demeke dirêj li Rojavayê bimînim." Sason, da zanîn ku piştî perwerdehiyeke mehekê du mehan ew hatiye eniya Reqayê û wiha axivî: "Operasyona Reqayê firsendeke baş bû. Piştî ev der ji DAIŞ'ê bên paqijkirin dê gel xwe bi rê ve bibe. Ji bo li vê xakê avaniyeke federal çêbibe şer dikim. Ji ber di vê pergalê de gel dikarin bêhna xwe bistînin, min di vê operasyonê de cih girt. Ji bo hemû mirovahiyê mînakeke baş teşkîl dike. Dê rê li ber hemû gelan vebike."
'CUDAHÎ TÊN TUNEKIRIN'
Sason, da zanîn ku wî berê di şerê Donbassê (Nîsana 2014'an) yê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de çêbû de jî cih girtiye û wiha got: "Şerê li wir şerekî qirêjî bû." Sason, dest nîşan kir ku şerê li wir şerê îktîdarê bû û wiha got: "Berê min di şerê Ûkrayna-Rûsyayê de jî cih girtibû. Mirov nikare şerê li wir û yê li vir berawirdî hevdu bike. Çimkî li vir mirov hem li dijî pergalê hem jî li dijî hêzên emperyalîst şer dikin. Hêzên navnetewî bi destê DAIŞ'ê van xakan dagir dikin û bi vî awayî dixwazin cudahiyên erdnîgariya Sûriyeyê tune bikin. A rast ez vî şerê li dijî DAIŞ'ê wek şerê li dijî dewletan dibînim. Ji ber vê yekê, ji şerê li Ûkraynayê cudatir e. Armanca şerê li wir bi destxistina îktîdarê bû. Dîmeneke şerî ya di navbera du hêzên emperyal de bû. Ji ber vê yekê min biryar da ku ez li vir şer bikim. Şerê li vir xwe dispêre pergala azadiya gelan. Hûn tê de wate û girîngiya şoreşê dibînin."
DÊ ŞERÊ REQAYÊ ŞEREKÎ GIRAN BE
Herî dawî Sason, anî ziman ku Reqa paytexta DAIŞ'ê ye, ji ber vê dê şerê li vir şerekî mezin û giran be. Sason, diyar kir ku dê ev rewş ji bo wî jî bibe ezmûnek û ew ê nîşanî hemû cîhanê bidin ku ka li wir çi dikin û çi nakin.
Nazim Daştan - dihaber