MÊRDÎN - Malbata endamê HPG'ê Abdurrahman Akçin, ê ku li navçeya Pulurê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dabû, ev 2 sal in cenazeyê kurê xwe teşhîs kirine, lê cenaze radestî malbatê nakin. Malbatê bertek nîşanî rewşê da û doza hestiyên zarokê xwe kir.
Di 19’ê Îlona 2015’an de li çoltera navçeya Pulurê ya Dêrsimê di encama bombebarana balafirên şerî de endamê HPG’ê Abdurrahman Akçin (Erdal Reşo) tevî 3 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyên 3 kesan hatibûn dîtin, lê cenazeya Akçin heya demekê nehatibû dîtin. Malbata Akçin ji bo vê serî li dozgeriyê da û bi biryara dozgeriya navçeyê destûr hatibû dayîn ku lêgerîn bê kirin, lê belê dîsajî cenaze nehatibû dîtin. Li ser vê yekê, malbata Akçin û gundiyên herêmê bi hevdu re li cenaze geriyan û cenazeyê Abdurrahman Akçin hat dîtin. Dayika Akçin jî ji saeta ku diyarî kurê xwe kirbû, kurê xwe nas kiribû. Bi hinceta otopsiyê cenazeyê Akçin ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû desteserkirin û cenaze biribûn Tiba Edlî ya Xarpêtê.
Her çi qas di ser re 2 sal derbas bûbin û malbatê 2 caran ji bo testa DNA'yê nimûneya xwînê dabin, hîn jî cenaze radestî malbatê nehatiye kirin. Malbata Akçin, bertek nîşanî vê rewşê da û diyar kir ku 2 sal in ew li benda hestiyên cenazeyê kurê xwe ne.
'EV 2 SAL IN ME ŞÎNA WÎ DANENIYE’
Dayika Akçin Ayşe Akçin, dest nîşan kir ku ev 2 sal in li gel hemû hewldanan bersivek ji wan re nehatiye dayîn û ew jî ji ber vê rewşê bêzar bûne. Dayik Akçin diyar kir ku ji ber ku wan hestiyên kurê xwe negirtine şîn jî danenîne û bangawaziya hestiyariyê li raya giştî kir. Bav Xelîl Akçin jî got ku cenaze ji aliyê gundiyan ve hatiye dîtin û wî jî cenaze nas kiriye. Bav Akçin anî ziman ku ew tenê ji bo cenazeyê zarokê xwe gorekî dixwazin û wiha axivî: “Eger me nedîtiba jî bila nedanan me. Ji me re bûye derd û kul.”