Li Hatayê 22 kes hatin berdan

HATAY - Li Hatayê 22 kesên ku di çalakiya ji bo piştevaniya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên hatin girtin de di êrîşa polîsan de hatibûn binçavkirin hatin berdan.

Li Hatayê duh 22 kesên ku piştgirî dabûn akademîsyen Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku hatin girtin çalakî li dar xistibûn hatibûn binçavkirin. Kesên ku di çalakiya Hêzên Demokrasî û Kedê ya Hatayê de hatibûn binçavkirin piştî kontrolên tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan a Hatayê li vir piştî îfadeyên wan hatin girtin, hatin berdan.