Li Tendurekê tevgera hewayî

AGIRÎ - Li herêma Tendurekê ya operasyona leşkerî berdewam dike bi şev heta sibehê tevgera hewayî hebû.

Li herêma Tendurekê ya di navbera navçeyên Bazîdê ya Agiriyê û navçeya Ebexê ya Wanê ye û operasyona leşkerî berdewam dike bi şev heta serê sibehê tevgera leşkerî qewimî. Piştî operasyona leşkerî ya ku duh di saetên êvarê de hate destpêkirin bi şev jî tevgera helîkopter û heronan hebû.

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî yekîneyên leşkerî yên li herêmê li qadên Tuteka Jor, Grêdêm, KEvirê Lodan û Temaşeyê bi cih bûn. Bi cerdevanan ve tîmên taybet şivanên herêmê tehdîd dikin û li herêmê dur dixin.

Operasyon piştî ku hate îdiakirin HPG'iyan TIR'ên riya bejahî ya Agirî û Wanê bi kar tînin hatine şewitandin, hatibû destpêkirin.