Amed çû ala tirk hat

AMED - Qeyûma Şaredariya Bajarê Mezin têkildarî daxistina tabelaya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê got “Em tabelaya xwe bi şiklê du zimanî nû dikin.” Lê di tabelaya nû de gotina “Amed” hat rakirin û li şûna wê ala "tirk" hat danîn.

Qeyûma tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, beriya Suleyman Soylu bê Amedê tabelaya şaredariyê ya kurdî û tirkî daxist. Qeyûm piştî hat ser kar avahiya şaredariyê bi maşîneyên zirxî hat pêçan. Hemû karkerên şaredariyê di bin lêgerînê re derbas dibin. Niha jî tabelaya şaredariyê ya kurdî û tirkî hat daxistin. Qeyûmê piştî demek şûnde daxuyanî da û got: “Em tabelaya Şaredariyê bi şiklê berê yê du zimanî nû dikin.” Lê di tabelaya nû de jî tê dîtin ku peyva “Amedê” hatiye daxistin û li şûna wê ala tirk hatiye barkirin. Di beşa daxuyaniya Şaredariyê ya “Tabelaya Şaredariya Bajarê Mezin a bi Tirkî û kurdî” de balkêşe tîpa “T” ya peyva “Tirkî” mezin û tîpa “K” a peyva “Kurdî” jî biçûk wekî “kurdî” hat nivîsîn. Beriya ku Wezirê Karên Hundir Suleyman Soylu bê Şaredariyê ziyaret bike tabela hat guhertin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ên Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak di 25’ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin û di 31’ê Cotmehê de hatibûn girtin. Li şûna wan Cumali Atilla wekî qeyûm hatibû tayînkirin.Dema qeyûm tayînî Şaredariya Giyadînê ya Agiriyê jî hati kirin berî her tiştî tabelaya kurdî daxistibûn.
Li ser berteka gel dîsa tabela paşve daliqandibûn.