Wezîr Soylu: Gulmen û Ozakça dixwin û vedixwin

ENQERE - Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, der barê Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên 23'e Gulanê de hat girtin û 78 rojin ji bo mafê xwe biparêzin di grevê dene got: "Ew ji xwe endamên DHKP-C’ê ne. Dixwin û vedixwin û saet di 9'an de jî diçin cihê çalakiya xwe."

Akademîsyen Nûriye Gulmen û Semih Ozakça ku di 23'ê Gulanê de hatin girtin tevî hatin girtin jî di roja 78'an de çalakiya xwe ya gireva birçîbûnê berdewam dikin. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, der barê Semih Ozakça û Nuriye Gulmen de daxuyanî da. Soylu îdîa kir û got "Evana li ser navê rêxistinê gelek çalakî pêk anîn e. Dixwin û vedixwin roja din sate di 9'an de diçin cihê xwe. Diçin li doktor muayine dibin. Ji ber ku ku doktor li gorî daxwaz wan rapor neda wan doktor lînç dikin. Nuriye Gulmen piştî OHAL'ê 25 caran û Semih Ozakça jî 19 caran hatin binçavkirin. Ev kesên xwedî kariyerên sûc dê çawa zarokên me perwerde bikin? Em naxwazin li dibistanan terorîst bên perwerdekirin"