NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed û Agiriyê endamên KCD'ê jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin. Li Artûkluyê jî 5 rêveberên HDP û DBP'ê hatin binçavkirin. Gulistan Konuş tevî pitika wê ya 3 mehî Lenya binçav kirin.
Li navçeyên navendî yên Amedê polîsan serê sibehê bi ser malan de girt. Di serdegirtinan endama Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Tulay Ozdemîr û Îrfan Babaoglu yê hem endamê KCD'ê hem jî rêveberê Însiyatîfa Pêşvebirin û Lêkolînkirina Zimanê Kurdî ye hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina Ozdemîr û Babaoglu nehat hînbûn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.
BI HINCETA BEŞDARÎ MERASÎMA CENAZE BÛNE HATIN BINÇAKIRIN
Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê xebatkarê şaredariyê Hasan Demîr (65) û Adam Yalazî (23) ji aliyê cendirmeyan ve di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Demîr û Yalazî yên ku bi hinceta beşdarî merasîma cenazeyê HPG'iyan bûne hatin binçavkirin birin Qereqola Cendirmeyan a Giyadînê.
MÊRDÎN
Li navçeya Artukluya Mêrdînê polîsan di ser gelek malên endamên HDP û DBP’ê yên berê de girt. Di serdegirtinan de, Hevserokê HDP’ê yê berê Mehmet Nezir Akalp jî heyî Sevîm Acay, Newal Bingol, Abdulkerim Sayaki û Gulistan Konuş hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn. Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê. Hat zanîn ku Konuş ê hatiye binçavkirin bi pitika xwe yê 3 mehî Lenya re birine miduriyeta polîsan.