XARPÊT - Hat diyarkirin ku 50 girtiyên ji Girtîgeha Amedê sewqî ya Xarpêtê hatin kirin hemû di ringa bê hewa de hatine siwarkirin, di hucreyên yek kesî de hatine bicihkirin û tu pêwîstiyên wan bi cih nayînin.
Derket holê ku 50 girtiyên ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewî Girtîgeha Hejmar 2 a Xarpêtê hatin kirin hem di dema sewqkirinê de hem jî li girtîgehê di bin şertên zehmet de tên girtin. Pêkanînên wekî îşkenceyê di dema hevdîtina malbatan de derket holê. Hat diyarkirin ku di wesayîta ringe ya girtîgehê ku 4 kes têde tên bicihkirin 10 girtî lê hatine siwarkirin, di wesayîka ku hewadara wê naxebite de girtî di girtina bêhnê de zehmetî kişandine. Hat zanîn ku hinek girtî ji ber nekarîne bêhn bigirin di rê de li ser hişê xwe çûne û hinek jî vereşiyane. Girtiyên ku dema gihiştin girtîgehê bêhal mabûn sewqî doktor an jî revînerê ne hatine kirin.
Ji girtiyên hatine sewqkirin 20 kes li kawişên yekesi û 3 kesî de hatin bicihkirin. Girtiyên ku di hucreyên yekesî ku wekî kawişan tê binavkirin de hatine bicihkiirn û dernexin hewşa hevpar. Hat zanîn ku di van hucreyan de tenê doşek û beteniyek heye, hücre hêjî di halê înşatê de ne û bi nemin. Hat diyarkirin ku mafê girtiyan ê kantîn, rojname û telefon hatiye desteserkirin. Destûr nayê dayîn ku girtî bi malbatên xwe re bi riya telefonê jî hevdîtinê pêk bînin û îdareya girtîgehê jî gotina ‘hêjî dosyayên wan ne hatine’ wekî hincet nîşan dide.