Fermandar: Em ketin kemînê

ENQERE - Fermandar Albay Firat Alakuş ku endamê "Konseya Sulha Welat"e û di nava 221 bersûcan de îfade da got: "Em ketin kemînê.

Rûniştina fermandarên TSK'ê yên di çarçoveya hewldana 15'ê Tîrmehê de hatin girtin li Kampusa Girtigeha Sîncanê ji aliyê 17'emîn Dadgeha Cezayên Giran ve tên darizanin. Di çarçoveya darizandina 221 kesên ku endamê Konseya Sulha Welat de Fermandar Albay Fırat Alakuş jî tê darizandin. Serfermandarê TSK'ê Hulusi Akar ji bo Alakuş gotibû: "Piştî demekê got em diçin û ez bi xwe re birim. Di derî de yekî bi zirx ez pêşwazî kirim. Piştre min dît ev kesê leşker Albay Firat Alakuş e. Alakuş, parastin kir û diyar kir ku wî li hemberî hemû rêxistinên li dijî Komara Tirkiye şer kir û wiha got: "Tu eleqeya min bi FETO re tune ye. Ev darbeya ku pêk hat kê ji bo çi û çima amade kiriye nizanim. Ji bo ewlehiya Serfermandar pêk bînim min peywira xwe kir. Ez bawer dikim ku ez xistime kemînê. Peywirê Fermandarê OKK'ê Zekai Aksakalli da min. Got tu dikare der barê peywirê de agahî ji Albay Umit Bak fêr bibe.