AGIRÎ - Operasyonên li Wan û Colemêrg û Agiriyê didomin. Di şerê li Wan û Colemêrgê û Agiriyê de 6 leşker û cerdevanekî jiyana xwe ji dest dan. 4 leşker jî birîndar bûn.
Li Çiyayê Tendurekê yê Bazida Agiriyê di navbera leşkerên TSK'ê yên derketin operasyonê û PKK'ê de şer didome. Di şer de 2 leşker hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn. Hat zanîn ku şerê li Çiyayê Tendurekê berdewam dike.
Li Wan û Colemêrgê jî 4 leşker û cerdevanekî jiyana xwe ji dest dan
Li gorî daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li gundê Gulîzar ê navçeya Ebexa Wanê operasyon pêk hat. Di operasyonê de 3 leşker û cerdevanekî jiyana xwe ji dest dan û 4 leşker jî birîndar bûne. Leşker sewqî nexweşxaneyên herêmê hatine kirin. Operasyon didome. TSK'ê da zanîn ku li Navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê jî operasyon didome. TSK'ê da zanîn ku li Fermandariya Tugaya Hidûdê 34’an operasyon pêk hatiye û di operasyonê de leşkereki jiyana xwe ji dest daye.