NAVENDA NÛÇEYAN - 25'ê Roja Roja Zarokên Winda ye. Li gorî lêkoînan di 6 salên dawî de 10 hezar zarokên ku ji Rojhilata Navîn ji ber şer reviyan û çûne Ewropa hene. Dîsa li Tirkiye jî nêzî 30 hezar zarok winda ne.
25'ê Gulanê Roja Zarokên Winda ya Navneteweyî ye. Di sala 1979'an de li Soho ya Herêma Manhattin a New Yorkê zarokê 6 salî Ethan Patz’ hat windakirin. Piştî 4 sal şûnde di sala 1983'an de Serokê DYA'yê Ronald Reagan wekî Roja Zarokên Winda ya Navneteweyî îlan kir. Ethan Patz, di 25'e Gulana 1979'an ji bo biçe dibistanê ji malê derket û piştre winda bû. Piştî Patz winda bû, windakirina Patz bi lez belav bû û her kes ji bo dîtina Patz ket nava seferê. Bi sedan polîs ketin nava lêgerînê. Bavê Patz ê wênekêş Stan Patz, bi wêneyê kişand li zaroka xwe geriya. Piştre wêneyê Patz li ser kutuyên şîr hatin zeliqandin. Yekem zarokê winda yê wêneyê wî li ser kutuyên şîr hatin xistin. Di sala 2001'an de wekî mirî ket qeydên fermî. Faîlên Patz nehat dîtin.
ZÊDEYÎ 10 HEZAR ZAROKÊN PENABER WINDA NE
Zarokên winda li cîhanê wekî pirsgirêka sereke cihê xwe digire. Li gorî raporên navneteweyî li Ewropa ji her 2 deqîqeyan zarokek winda dibe. Li DYA jî ji her 40 saniyeyan zarokek winda dibe. Di 6 salên dawî de; Li Sûriye, Iraq û Afganistanê zêdeyî 10 hezar zarokên penaber ên çûn Ewropa winda bûn.
LI TIRKIYE 30 HEZAR ZAROK WINDA NE
Li Tirkiye jî li gorî daneyên Midûriyeta Polîsan û Serokatiya Daîreya Komkirina Agahiyan ya di 2015’an de hat weşandin, li Tirkiye 15 hezar û 900 zarokên winda hene. Midûriyeta polîsan ji wê demê heta niha raporê aşkere nake. Tê diyar kirin ku AKP destûr nade rapor bê weşandin. Li gorî daneyen TUİK'ê yên di navbera 2008-2011'an de li Tirkiye zêdeyî 27 hezar zarok winda ne. Di navbera 2008-2012'an de bi giştî 40 hezar û 220 kes winda ne. Di navbera 2008-2011'an de 5 hezar û 724 zarok hatin dîtin. Li gorî Komeleya Malbatên Windayan 30 hezar zarok winda ne.