ENQERE - Hevjîna Semîh Ozakça Esra Ozakça bersiv da gotinên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu ya “Dixwin, vedixwin û diçin cihê çalakiya xwe" û got: “Erê xwarin! Ji temenê xwe xwarin! Ji laşe xwe xwarin! Hucre hucre xwarin.”
Bertekên li dijî daxuyaniyên rayedarên dewletê yên ji bo Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça k udi roja 78’emîn a greva birçîbûnê de hatin girtin didomin. Hevjîna Semîh Ozakça Esra Ozakça li ser hesaba xwe ya Twitter bersiv da gotinên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu û Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu.
Ozakça, di hesaba xwe ya Twitterê de ev tişt gotin:
"Em ji Çavuşoglu û Soylu dipirsin, hûn dozger, dadger in hûn kîne? Hûn dibêjin em ê hertîştî bînin serê Nuriye û Semîh û em ê hikûm bidin.
Ev daxuyanî qerneya bêgunehiyê binpê dike. Em bang li dozger û dadgerên vî sûcî dibînin peywira xwe bicih bînin. Em ê serlêdana sûc bikin. Ji hemû tiştên ku bên serê Nuriye û Semîh ev kesên ku daxuyanî dane berpirsyarin.
Er ê xwarin! Ji temenê xwe xwarin! Ji laşe xwe xwarin! Hucre hucre xwarin.”
Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu îdîakir ku Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça “Ew ji xwe endamên DHKP-C’ê ne” û daxuyaniya “Dixwin û vedixwin û saet di 9'an de jî diçin cihê çalakiya xwe" dabû. Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu jî wekî Soylu heman îdîakir û wiha gotibû: “Van kesan wekî bêguneh nîşandan ne raste.”