Nobeta Edaletê di hefteya 8’an de berdewam kir

STENBOL - Parêzeran ji bo parezerên girtî bên berdan di hefteya 8'an de "Nobeta Edaletê" berdewam kirin.

Parêzeran ji bo hempîşeyên xwe yên girtî bên berdan li ber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê "Nobeta Edaletê" di hefteya 8’an de berdewam kirin. Gelek parezer û nûnerên saziyên civakî li ber deriyê C kom bûn û daxuyanî dan. Parlamenterê CHP'ê yê stenbolê Sezgin Tanrikulu û xizmên parlamenterên girti amade bûn. Çalakî bi çepikan bi dawî bû