QSD'ê Bakurê Bendava Azadî paqij kir

REQQA – Şervanên QSD’ê gundê Gidêran ê bakurê Bendava Azadî rizgar kirin. Di şer de 10 DAÎŞ hatin kuştin. Bi rizgarkirina gund re, bakurê Bendava Azadî jî bi temamî ji destê DAÎŞ'ê paqij bû.

Pêşdeçûna şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li bakur, rojhilat û rojavayê Reqqayê didome. Baskê rojava yê Xezeba Firatê, ji bo rizgarkirina gundê Gidêran ku li bakurê Bendava Azadî dikeve, duh piştî nîvro ketin tevgerê. Di navbera şervanan û DAÎŞ'ê di gund de xwe veşartibûn şer derket. Di encama şerê heta derengiya şevê berdewam kir de gundê Gidêran hat paqijkirin. Bi rizgarkirina gund re bakurê Bendava Azadî jî bi temamî ji DAÎŞ'ê hat paqijkirin. Di şerê li gund de herî kêm 10 DAÎŞ hatin kuştin. Di lêgerîna li gund de cenazeyê 3 DAÎŞ'ê tevî 6 çekên kalaşnîkof, 16 cercûrêb kalaşnîkof û 200 fişekên wê, 2 rext, 200 fîşekên BKC, roketavêjek RPG (B-7), 300 fîşekên çeka akeyis ketin destê şervanan.