Enwer Muslim: Rêveberiya Minbicê dê bibe model

MINBIC – Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim, diyar kir ku Minbic modela jiyana hev beş û nimûneya rêveberiya hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de ye.

Serokê Meclîsa Rêveber a Kobanê Enwer Muslim ku tevî şandeyekê serdana bajarê Minbicê kirû ji ANHA`yê re axivî û bi lêv kir ku modela rêveberiya hevbeş a di navbera hemû pêkhageyên Minbicê tecrûbeyekî serkeftî bû. Muslim, têkildarî zerdanê axivî û da zanîn ku şandeya ku ji gelek Desteyên Meclîsa Rêveber pêk dihat, xurtkirina têkiliyan di navbera desteyên Kobanê û komîteyên Minbicê de ye.
Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê, di berdewama axaftina de bi bîr xist ku piştî rizgarkirina bajarî Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê, yekbûna gelên Minbicê ji Ereb, Kurd, Turkmen û Çerkes careke din derket holê û wiha pê de çû:”Armanca pêkhateyan jî, jinûva zindîkirina jiyanê li Minbicê bû”.

Enwer Muslim têkildarî destekdayîna Meclîsa Rêverber ji Minbicê re ev tişt got:”Ji bo zindîkirina jiyanê li Minbicê, em wekî Meclîsa Rêveber alîkariya pêwîst me da Rêveberiya Minbicê û niha jî em amade ne ku li gorî derfetên xwe alîkarî bidin Meclîsa Rêveber û Zagonsaz a Minbicê”.

Muslim destnîşan kir ku li gorî tê dîtin tecrûbeya jinûva zindîkirina jiyanê li Minbicê û Rêvebirina Meclîsa Rêveber û Zagonsaz bi serket û ev nirxandin kir:”Me dît Ereb li rex Kurdekî, Kurdek li rex Çerkesî û Çerkesî li rex Turkmanî, her wiha me dît hemû êl û saziyên civaka sivîl bi erka xwe di rêveberiya herêmê de radibine. Ev yek tê wê wateya ku israra gel û rêveberan bi serxistina projeya demokratîk û jiyana hevbeş”. Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim, girîngiya pêvajoya niha bi bîr xist û got:”Piştî rizgarkirina bajarê Tebqa û rizgarkirina Reqqayê jî di rêzê de ye, ji ber vê yekê jî em di qonaxeke dîrokî de ne. Girê Spî û Minbic jî nimûneya jiyan û rêveberiya hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de ye”.

Di dawiya axaftina xwe de, Enwer Muslim got:”Rêveberiya Minbicê tecrûbeyeke serkeftî bû. Hêvî dikin ku tecrûbeya Bakurê Sûriyê jî di demeke nêz de bi ser bikeve. Çawa ku Minbic ê her kesî ye, Sûriyê jî wê bibe milkê her kesî. Her wiha em hêvî dikin ku tecrûbeya Federeralî û Rêveberiya Xweser li hemû Sûriyê pêk were û hemû koçber û penaberên Sûriyê vegerin warên xwe”.