Li kolana Karanfîlê êrîşa polîsan: 3 kes hatin binçavkirin

ENQERE - Polîsan êrîşî komek çalakgerên ku xwestin ji bo piştgiriya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça çalakiyê pêk bînin, kirin û 3 kes binçav kirin.

Polîsan êrîşî komek çalakgerên ku xwestin piştgirî bidin Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên li Girtîgeha Sîncanê di greva birçîbûnê de ne kirin. Velî Saçilik ên bi KHK’ê ji kar hat derxistin û bûye sembola berxwedana Yukselê û mamoste Mehmet Dersulu ku ew jî bi KHK’ê ji kar hatiye derxistin xwestin li Kolana Karanfîlê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Saçilik û Dersulu ku dovîzên “Em karê xwe dixwazin” hilgirtin piştî demek kurt rastî êrîşa polîsan hatin.

Polîsan Saçilik û Dersulu bi erdê re kaşkirin û binçavkirin. Polîsan êrîşa komek welatiyên li derdorê ku bi çepikan polîsa şermezarkirin jî kirin û guleyên plastîk bikaranîn.

Di dema êrîşê de 3 kes hatin binçavkirin.