Rêxistina Efûyê ji bo Gulmen û Ozakça banga lezgîn kirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxa Rêxistina Efoya Navneteweyî ya Tirkiyeyê, girtina Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça yên di roja 76'an de hatin binçavkirin û girtin, daxuyani dan û xwestin ji bo bên berdan bi lezgîn kampanya çalakiyê bê destpekirin.

Şaxa Rêxistina Efoya Navneteweyî ya Tirkyeyê tekildarî girtina akademisyen Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça yên di roja çalakiyê ya 76'an de hatin girtin daxuyanî dan. Rêxistina Efoyê banga çalakiya lezgin kirin û xwest her kes têkevin nava çalakiyê. Rêxistinê anî ziman ku Gulmen û Ozakça çawa hatin girtin bi lezgîn der barê wan de îdîaname hat amadekirin û mohra "Endamtiya rêxistinê" li ser wan hat zeliqanin. Rêxistinê anî ziman ku di 25'ê Gulanê de îdîaname hat qebûlkirin bi endamtiya DHKP-C'ê hatin tawanbarkirin. Rêxistinê da zanîn ku Gulmen û Ozakça vê îdiayê red dikin.

Rêxistina Efoyê da zanîn ku ev girtin û nêzîkatî li dijî mafên mirovan e û ceza ye. Rexistinê xwest Nuriye Gulmen û Semih Ozakça bi lezgîn serbest bên bertan û wiha got: "Çawa hatin girtin Nûriye Gulmen sewqi Girntîgeha Sincanê kirine. Ji bo Nûriye Gulmen u Semih Ozakça rastî îşkenceyê neyên divê doktorên serbixwe û li gorî sinc û pîvanên tibbî nêzîkatî bê kirin. Nuriye Gulmen û Semih Ozakça mafên xwe yên aştiyane yên protestoyê pêk anîn. Divê Tirkiye hurmetê nîşanî çalakiya wan û daxwazên wan bide. Gulmen û Ozakça ji wekî 100 hezar kesan bi biryara hikûmetê bi keyfî û li dijî hiqûqê hatin îxrackirin. Mafê wan ê îtirazê ji destê wan hat girtin. Karmendên ku tên îxrackirin pasaportên wan tên betalkirin û desteserkirin. Divê bi lezgîn rêya wan a îtirazê bê vekirin. Girtina bi vî rengî îhlala mafê azadiya ramanê û azadiya ifadeyê ya kesên ku çalakiyê pêk tînin e. Ev muamale li dijî mirovahiyê ye. Rayedar berpirsiyarê mafê jiyanê û ewlehiya jiyana çalakgeran in. Divê hemû detawiya ku tê kirin li ser esasê daxwaza wan pêk bê û divê hemû daxwazên wan neyên paşguhkirin. Têkildarî kampê hûn dikarin bi lînga : http://acileylem.org.tr/eylem/nuriyesemih bigêjim kampanyayê.