AMED - Rûniştina doza îstîsmara zaroka 13 salî ya ji Pasûrê ku 21 kes tên darizandin li 2'emîn dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Ji 21 jê girtî 11 kesên Serokê AKP'î jî di navde htin berdan.
Li navçeya Pasûrê ya Amedê zaroka 13 salî rastî îstîsmarê hatibû. Têkildarî bûyerê der barê 21kesên girtî de doz hat vekirin. Di nava bersûcan de Serokê Baskê Ciwanên AKP'ê yê Pasûrê jî heyî 11 kes hatin berdan.
Di 13'ê Hezîrana 2014 - 21'ê Adara 2015'an de li navçeya Pasûrê ya Amedê 86 mêran dest dirêjî zaroka 13 salî F. kiribûn. Piştî F. Gilî kir li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê rûnişa dozê hat dîtin. Di navde Serokê Baske Ciwanên AKP'ê Mehmet (İlhan) Kara jî heye 21 jê girtî 86 bersûc tên darizandin. Di rûniştina dozêde parêzerên F. , malbat û bersûcên girtî amade bûn. Piştî dosya hat xwendin, bersûcan parastin kir û parêzeran mafê axaftînê kir. Ji bersûcan Ugur Kahraman, Emrah Zengin, Bunyamin Can, Mustafa Şahin, Fuat Gulsun, Mehmet Kara, Mehmet Şahin, Mehmet Taş, Akif Kahraman, Mustafa Yildiz û Yakup Alu hatin berdan. Heyetê der barê bersûcên din ên girtî de jî biryara berdewama girtinê da. Heyetê ji bo dosya bê temamkirin doz taloqî 21'ê Îlonê kir.