AMED - Doza derbarê Berdevka Demî ya KJA’yê ya bi KHK’ê hatiye girtin Ayla Akat Ata ya ji ber nivîsên di Kovara KJA’yê de hatiye vekirin hat taloqkirin.
Doza derbarê Berdevka Demî ya KJA’yê ya bi KHK’ê hatiye girtin Ayla Akat Ata ya ji ber nivîsên di meha Gulan-Hezîranê sala 2016’an di Kovara KJA’yê ya xwediyê îmtiyazê bû û bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kiriye” 5 sal ceza jê re tê xwestin hat vekirin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di doza Ata tevlî nebû de parêzer amade bûn.
Di doza ku nivîsek ji doyayê hatiye hat xwedin de parêzera Ata Kezîban Yilmaz mafê axaftinê girt û diyar kir ku ji ber sedemekê Ata tevlî dozê nabe û ji bo parastina wê bê girtin dem xwest.
Heyeta dadgehê ji bo parastinê dem da û doz taloqî meha Cotmehê kir.