‘Pêşbaziya duçerxan’ a qeyûm bajarê Amedê tevizand


AMED
- Ji ber “Tura Duçerx a Şaristaniya Navnetewî” ya ku bi piştgiriya qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat li darxistin, li bajêr gelek kolan hatin girtin û jiyan ji sere sibê heta saetên êvarê rawestiya.

Li Amedê bi piştgiriya qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê “Tura Duçerx a Şaristiniya Navnetewî” hat li darxistin. Turnuvuya ku li Mêrdînê û Êlihê destpê kir û li Amedê bi dawî bû ji welatên navnetewî û ji Tirkiyê nêzî 160 kes tevlî bûn. Tura duçerxan a ku ji ber Walîtiya Amedê destpê kir piştî 10 tur çûn heta Parka Koşuyolu û hatin dîsa li ber walîtiyê bi dawî bû. Di tura dawî de ji pêşbazekî li kolana Ekînceler a Ofîsê ji durçexê ve ket û birîndar bû. Pêşbazê birîndar bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.

JIYAN HAT TEVIZANDIN

Ji saetên serê sibê heta saetên êvarê bi boneya pêşbaziya duçerxan a ku bi piştgiriya qeyûmê pêk hat gelek kolanên qelabalix ên bajêr û semta Ofîsê bi bariyeran hat girtin. Kolan û kûçe li çûn û hatina welatiyan û trafîkê hat girtin. Welatî û ajokaran zehmetiyên mezin kişandin. Hêjayî gotinê ye ku ji ber pêşbaziyê jiyan li bajêr hat tevizandin. Li gelek nokteyên bajêr polîsan bi maşîneyên zirxî tedbir girtin û ji asîmanan jî qada turê bi drone û helîkoptêran hat şopandin. Hin welatiyan ji ber girtina riyan nerazîbûn nîşan da û gotin ku ev pêkanîn nayê qebûlkirin. Ji hin dibistanan jî xwendekaran bi zorê anîn anîn cihê turê. Lê hêjayî gotinê ku ku şêniyên bajêr tu eleqe nîşanî pêşbaziyê nedan.

Piştî pêşbaziyê carek din rê û kolan ji trafîkê re hat vekirin.