KUTAHYA - Mustafa Kandemîr, sala par gef li hevsera xwe Vîldan Kandemir xwar û îsal qetil kir.
Hevser Mustafa Kandemir, sala par gef li hevsera xwe Vildan Kandemir xwar û îsal jî bi çekê qetil kir. Li taxa Yunusê ya Kutahya hevser Mustafa Kandemîr hevsera xwe Vildan Kandemîr di malê de bi çekê qetil kir. Kandemîr ku hevsera xwe qetil kir reviya. Cenazeyê Vildan Kandemîr jî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Kutahya Dumlupinarê.