Li Mêrdînê polîsan daxuyaniya ji bo Gulmen û Ozakça asteng kir

MÊRDÎN -Li Mêrdînê daxuyaniya ku hat xwestin bi boneya şermezarkirina girtina akademisyen Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça ji aliyê KESK’ê ve bê dayîn, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Li Mêrdînê Platforma Şaxên KESK’ê xwest li Parka Karayollariyê têkildarî girtina akademisyen Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça daxuyaniyê bidin. Polîsan bi hinceta “li derdorê hin pêşandanên din hene” daxuyanî asteng kir. Li ser vê endamên KESK’ê li avahiya sendîkayê daxuyanî dan. Berdevka KESK’ê Eylem Ergun li vir axivî û diyar kir ku ew ê tu carî KHK'yan nas nekin û ew ê li derve berxwedana hevalên xwe berdewam bikin. Ergun bertek nîşanî astengiya polîsan da.