'TV10 zû dereng dê vebe’

STENBOL - Xebatkarên TV 10 ya hat girtin, carek din daketin Qada Galatasarayê û bi pankarta “Dengê elewiyan nayê qutkirin” daxuyanî dan û gotin “Zû an dereng em dê qanala xwe vekin û dest bi weşanî bikin”

Xebatkarên TV 10 a hat girtin, di hefteya 9’emîn de bi pankarta “Dengê elewiyan nayê girtin” daketin Qada Galatasarayê û daxuyanî dan. Xebatkarên TV 10, Berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyigit, nûnerên saziyên elewiyan û gelek rojnamegerên din li ber Lîseya Galatasarayê kom bûn. Komê di çalakiyê de bê navber siloganên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” û “Dengê elewiyan nayê qutkirin” berz kirin. Hevserokê Giştî yê DAD’ê Dursun Demirtaş, anî ziman ku ew dê her dem li dijî Yezidan alîgirê huseyîn bin.

Xebatktarê çapemeniyê Umît Orsem jî anî ziman ku pêkanînên li dijî TV10 nayê qebûlkirin û dê her dem li cem TV10 bin.