ŞIRNEX - Leşkerê tankvan Reşit Yildiz ê ku di pevçûna li herêma Katoyê de birîndar bûbû mir.
Li herêma Katoyê ya navçeya Elkê ya Şirnexê ji 18'ê Nîsanê heta niha operasyonên leşkerî didomin. Leşkerê tankvan Reşit Yildiz, ku di 15'ê Gulanê di pevçûnekê de birîndar bûbû û ji bo tedawiyê ew şandibûn Enqereyê, mir.
Ji bo definkirinê cenazeyê Yildiz şandin navçeya Hênê ya Amedê.