ENQERE - 2 serbihurên ku li gel hemû îtirazan jî li Mîthatpaşa ya Enqereyê hatin çêkirin, di du mehên dawî de hatin rakirin. Bi çêkirin û rûxandina van serbihurên ku nehatin bikaranîn, nêzî 500 hezar lîre çû çopê.
Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê, li gel îtirazên ku ne li gor "estetîka bajêr in" jî bi milyaran serbihur çêkiribûn. Lê şaredarî niha bi heman hincetê van serbihuran bi pereyan xera dike. Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê, ku di demên dawî de bi projeyên "îsrafê" di rojevê de ye, herî dawî serbihurên ku li veqetana kolanên Mîthataşa û Meşrûtiyetê ne rakirin. Her wiha şaredariyê demek berê jî serbihura ku li veqetana Yuksel û Mîthatpaşayê jî rakiribû. Navenda Danûstendinê ya ku li şûna Bazara Maltepeyê bi trîlyonan hatibû çêkirin jî terkî çarenûsa xwe hatibû kirin.
SERBIHURÊN HEMA JIXWE HATIN ÇÊKIRIN
Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê, ji bo rûxandina serbihuran "biryara dadgehê" wek hincet nîşan da û li gel vê hincetên ku serbihur "temenên xwe temam kirine û ne li gor estetîka bajêr in" derpêş kirin. Serbihurên ji roja ku hatine çêkirin heta niha hema bêje peyayan ew qet bi kar neanîne, di heman demê de ji ber bêxweyîtiyê jî li ber rizandinê bûn.
Serokê Odeya Plansazên Bajêr a Enqereyê Emre Sevim, balê kişand ser paytextên welatên cîhanê yên pêşketî û wiha got: "Li hemû welatên pêşketî, gihaniya li navendên bajaran pêşî li gor peyayan tên plankirin. Lê belê, li Enqereyê mixabin bi taybetî jî di dema Melih Gokçek de di gihaniyê de pêşî wesayîtên taybet esas tên girtin. Ev rewş dibe sedam ku peya di çûnhatinê de bitengijin."
‘DÛRKETINA JI NAVENDA BAJÊR DEST PÊ KIR'
Sevim, dest nîşan kir ku armanca serbihurên peyayan ên hatin çêkirin ne ji bo peydekirina ewlehiya peyayan e û wiha got: "Armanca serbihurên peyayan ew e ku herka trafîkê leztir bibe. Helbet ev rewş hêza navenda bajêr kêm dike û rewşeke rûxîner li navenda bajêr peyde dibe." Sevim, diyar kir ku sîrkulasyona wesayîtan zêde bûye, lê li gel vê jî trafîka peyayan kêm bûye û ev jî nîşan dide ku mirov ji navenda bajêr dûr dikevin û ev jî dibe sedam ku mirov hepsî navendên danûstendinê dibin.
‘HEKE XWEYÎTÎ LI WAN BÊ KIRIN DÊ SED SALÎ JÎ LI SER PIYA BISEKININ'
Serokê Odeya Endezyarên Înşeatê ya Enqereyê Selim Tulumtaş jî, anî ziman ku divê temenê serbihurên tên çêkirin bi qasî sed salî dirêj bin û wiha got: "Ez gotina ku ev serbihur temenê xwe temam kirin, rast nabînim. Temenê malzemeyekê an jî pirekê zaf dirêj e. Dema hûn çêdikin, hûn wek 100 salî difikirin. Heke hûn baş lê binihêrin û xweyîtiyê lê bikin, ne mumkun e ku di demeke wisa kurt de ji serwîsê derkevin."
500 HEZAR TL ÇÛ ÇOPÊ
Bi rûxandina van her du serbihuran nêzî 500 hezar lîre çû çopê û her wiha ji bo derbasbûyînan jî heta niha tu tevdîrên ewlehiyê nehatine girtin.