ENQERE - Ji van wêneyên ku dorpêçkirinên bajaran nîşan didin 2 jê aîdî erdnîgariya kurdan e û yek jê jî aîdî paytexta Tirkiye Enqereyê ye. Dorpêçkirinên li bajarên kurdan bi hinceta "Xendek û barîkatan" di raya giştî de hatin rewakirin, lê navenda Enqere ya ku xendek û barîkat lê tune ne jî 4 roj in di bin dorpêçê de ye.
Tirkiye, cara ewil bi şerê ku di 24'ê Tîrmeha 2015'an de hat îlankirin qedexeyên derketina kolanan û dorpêçkirinên bajaran nas kir. Bi taybetî jî di dema qedexeyên derketina kolanan ên di Tebaxa 2015'an hatin îlankirin de, bi awayekî berfireh Cizîr, Nisêbîn, Silopiya, Şirnex û Gever di 14'ê Kanûnê de hatin dorpêçkirin. Li gor daneyên THÎV'ê yên der barê van bajarên ku bi tank û topan hatin serobinokirin, herî kêm 400 mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
JI BO DORPÊÇÊ PÊDIVÎ BI XENDEKAN TUNE YE
Ev êrîş hemû ji aliyê hin derdorên muxalif bi "xendek û barîkatan" ve hatibûn girêdan û bi vî awayî hatibûn rewakirin. Halbûkî pêvajoya şerî ya ku li herêmê dest pê kir, di 15'ê Tîrmehê de wek derbeyekê li Enqereyê vegeriya. Her wiha akademîsyenên ku gotin "em ê nebin hevparê vî sûcî" û ji ber vê ji karê xwe bûn, hişyariya vê kiribûn û diyar kiribûn ku dê ev pêvajoya şerî bandorê li rojavayê welat jî bike.
POLÎTÎKAYÊN KU LI HERÊMÊ HATIN CERIBANDIN NIHA ÎTHALÎ ROJAVAYÊ WELAT TÊN KIRIN
Piştî derbeyê "Rewşa Awarte" li herêmê hat mayîndekirin û li tevahiya Tirkiyeyê belav bû. Herî dawî Serokomar Erdogan gotibû "Dê OHAL neyê rakirin, ji bo çi dê bê rakirin" û mayîndebûna vê pêvajoyê îşaret kiribû.
NAVA ENQEREYÊ JÎ HAT DORPÊÇKIRIN
Her wiha çalakiya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça wek hincet hat nîşandan û ji 21'ê Gulanê ve Kolana Yukselê, beşek Kuçeya Konûrê û Kolana Karanfîlê hatin dorpêçkirin. Polîsên ku berê gotin "esnaf nerihet dibin" û mudaxileyî çalakgeran kiribûn, ev 4 roj in nahêlin esnafên ku kargehên wan li herêmê ne jî biçin ser karê xwe. Di navbera her du rewşan de ev dirûvtî û cihêtî balê dikêşin:
Dorpêçkirinên ku li herêmên kurdan bi hinceta "xendekan" hatin kirin, ev 5 roj in ku li Enqereyê bi hinceta çalakiyên demokratîk didomin. Ev jî ji bo dorpêçkirinan nîşan dide ku "xendek" bahane ne.
Li herêmên ku di 14'ê Kanûnê de hatin dorpêçkirin mirovên herêmê, parlementer û siyasetmedarên kurd nikaribûn têkevin van herêman. Her wiha herêma dorpêçê ya li Enqereyê jî ji mirovan, parlementerên CHP'ê û çalakgeran re hat girtin.
Bi hinceta ewlehiya cemaweriyê, dorpêçkirinên li bajarên herêmê û Enqereyê ewlehî û aramiya cemaweriyê bi temamî ji holê rakirin. Ji ber vê esnaf nikarin kar bikin, mirov li qada giştî nikarin bi rihetî bigerin.
Li herêmên dorpêçkirî yên li bajarên kurdan qomando, tîmên taybet û ekîbên taybet hatin sewqkirin. Li Yuksela Enqereyê jî bi hezaran polîsên sivîl û fermî hatin peywirdarkirin.
Wek OHAL'ê, dorpêçkirin jî pêşî li bajarên herêmê hatin ceribandin û paşê ev li tevahiya Tirkiyeyê hatin belavkirin.
Piştî dorpêçkirinan, li bajarên kurda xuyangiya leşkerî; li Enqereyê jî mevcûdiyeta polîsan zaf zêde bû.
Di her du rewşan de jî demokrasî û mafên mirovan ên Tirkiyeyê derbeyeke cidî xwarin.
CIHÊTÎ
Di dorpêçkirinên herêmên kurdan de mafê jiyanê ji holê hat rakirin û bi sedan mirov jiyana xwe ji dest dan. Lê bi dorpêça li Enqereyê, mafê çalakî û fealiyetên demokratîk ji holê hatin rakirin.
Li herêmên kurdan bajar û qadên jiyanê rasterast hedef hatin girtin. Di dorpêça Yukselê de niha tenê hewldanên astengkirinê hene.
Li bajarên kurdan bajar bi temamî hedef hatin girtin. Li Enqereyê tenê qadên ku muxalefeta civakiyî lê kom dibû hatin girtin.
Di pêvajoya Geziyê de îktîdarê kesên ku di nav çalakiyan de cih girtibûn bi gotina “Ma qey hîn jî we fam nekiriye ku mesele tenê ne dar in" tawanbar kiribû. Ev ji bo dorpêçkirinan rasteqîniya "Mesele tenê ne xendek in" jî derdixîne holê.
Kenan Kirkkaya - dihaber