ŞIRNEX - Jinên Cizîrî dema ku ji bo hin gihayên di xwarinan de tên bikaranîn berhev bikin berê xwe didin zozanên Elkê ji aliyê polîsan ve her tim bi hinceta qedexe û operasyonan tên astengkirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi dehan jin ev mehek e di dawiya her hefteyê di berbangê de berê xwe didin navçeya Elkê. Ji bo siyabo, kereng, sîrik û rêvasên ku di nav xwerinê de tên bikaranîn û pê debara xwe dikin berjev bikin, di qaseyên wesayîtên ku bi 3-5 hezarr lîreyî kirê kirêkirin dikevin rê, lê belê her tim ji aliyê polîsan ve tên astengkirin.
Polîsên Elkê her tim bi hinceta ewlehiyê û operasyonan, jinên ku di nav toz û duxanê de ne û dixwazin biçin zozanên Kato û Feraşînê asteng dikin.
DEMSALA GIHAYAN DIQEDE
Jinên ku cara ewil bi sepandin û pêkûtiyeke bi vî awayî re rû bi rû dimînin, li hemberî vê rewşê bi bertek in. Dayika bi navê Celile Dayak a 58 salî ku ji Taxa Nûrê ya Cizîrê ketibû rê û hat astengkirin diyar kir ku ev 3 hefteye tê astengkirin. Dayak dest nîşan kir ku bi qedexeyan qada jiyana wan temamî hatiye sînor kirin û wiha axivî: “Heke em vê demsalê neçin, nikarin demsalên din van gihayan berhev bikin. Demsala şînbûna wan derbas dibe. Divê ev qedexe bi dawî bibin.”
GELEK KES BI SAYA VAN GIHAYAN DEBARA XWE DIKE
Jina bi navê Sayhan Barin a di qaseya wesayîtê de bêhal ketiye jî got ku hîn jî ew niakrin kirêya wesayîtan bidin û li ser vê jî paşve vedigerin. Barin diyar kir ku ew her tim 5 an jî 6 saetan bi hincetên cur bi cur ji aliyê polîsan ve tên astengkirin û wiha bertekê xwe anî ziman: “Em her sal ji bo xwarinên xwe diçin zozanan û giha berhev dikin. Lê me asteng dikin. Gelek kes debara xwe bi van gihayan dike. Xwedê qebûl neke.”